​​​​​​​Piştî ragihandina qedexeya derketinê Şaneya Kirîzê pêdiviyên gel peyda dike

Endamê Şaneya Kirîzê ya Reqayê Reşad Kurdo destnîşan kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê piştî qedexeya derketina derve, hemû pêdiviyên şêniyan peyda dike û got: “Nexweşxane û ekîbên wê yên rewşên awarte tev amade ne, her wiha firin ji bo 24 saetan jî kar dikin. Em ji şêniyan hêvî dikin ku pabendî biryara qedexeyê bin.”

​​​​​​​Piştî ragihandina qedexeya derketinê Şaneya Kirîzê pêdiviyên gel peyda dike
29 kanûn, 2022   06:28
REQA – EHMED EL ESAF

Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê êriş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê kir û di encamê de Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketina derve ragihand.

Der barê mijarê de, hevserokê Komîteya Aboriyê û endamê Şaneya Kirîzê ya Reqayê Reşad Kurdo diyar kir ku êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne tiştekî ecêb bû, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan hewl dide ku DAIŞ’ê li herêmê vejîne û aramiya wê têk bibe.

Kurdo wiha domand: “Piştî êrişê, Şaneya Kirîzê ji bo ewlehiya şêniyan yekser rewşa awarte ragihand û dikan girtin û qedexeya derketina derve ragihand.”

Kurdo destnîşan kir ku Komîteya Aboriyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo peydakirina nan ji şêniyan re 24 saetan bênavber firinên bajêr xebitandin û madeyên sereke ji şêniyan re peyda kirin, her wiha Komîteya Tenduristiyê jî nexweşxane û ekîbên rewşên awarte amade kirin.”

Kurdo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em ji bo parastina şêniyan û peydakirina pêdiviyên wan di nav kar û xebatê de ne û li hember wê jî şênî bi me re alîkar in û pabendî biryaran in.”

Di dawiya axaftina xwe de Kurdo got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker hiştin ku DAIŞ dîsa çalak bibe, ji xwe dewleta Tirk a dagirker dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û DAIŞ’ê li herêmê vejîne.”

(mh)

ANHA