​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên meha Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarên wê, şehîdên meha Mijdar û Kanûnê û hemû şehîdên ku di sala 2022'yan de li cih û salên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne bi bîr anîn.

28 kanûn, 2022   18:00
MINBIC

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbic, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kombûna Jinan a Zenbûya, partiyên siyasî û malbatên şehîdan li goristana şehîdan a başûrê bajêr tev li merasîma bûn.

Endamê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Mewas axivî û tevahî şehîd bi bîr anîn.

El Mewas soz da şehîdan û got ew bejna xwe li ber dayik û bavên şehîdan ditewînin û diyar kir ku ew dê tola şehîda hilînin.

Paşê, hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El Maşî hemû şehîdên herêmê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya wan muzeyîka xweşik a herêmê û ewlehiya herêmê hate parastina.

El Maşî got: "Hêzên me, hemû keç û xurtên me ne. Hîna li eniyên şer in û li ber xwe didin. Em bejna xwe li ber ciwanên xwe yên li wan eniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ditewînin ku ji bo sepandina ewlehiyê û aramiyê li ber xwe didin."

Di dawiya merasîmê de mûm li ser gora şehîdan hatin vêxistin.

(dm)

ANHA