​​​​​​​Ciwanên Tebqayê: Em bi hev re li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane bisekinin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî û çalakkirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û piştrast kir ku ew dê bi hev re li kêlka tevahî hêzên ku azadiya gelan diparêzin, bisekinin.

​​​​​​​Ciwanên Tebqayê: Em bi hev re li hember êrişên dewleta Tirk ên hovane bisekinin
28 kanûn, 2022   17:39
TEBQA

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqa Diyaudîn El Mihemed bi beşdarbûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî li bajarê lîstokên werzîşê yê rojavayê Tebqa xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk di êrişên xwe de tevahî cureyên balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne û gefan li ewlehî û gelên herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên bi çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê ku di encamê de 11 gerîlayên HPG`ê şehîd bûn, didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan dê tola hevalên xwe hilînin, ji bo ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were dê bibin bendeke asê li hember dewleta Tirk a dagirker.

(dm)

ANHA