Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrzorê kongreya xwe ya salê li dar xist

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kongreya xwe ya salê bi dirûşma “Bi enerjiya ciwanan dê welatekî azad ava bikin” li dar xist.

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrzorê kongreya xwe ya salê li dar xist
28 kanûn, 2022   18:50
 DÊRAZOR

Endamên Meclisa Sivîl, nûnerên jin, endamên tîmên werzîşê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Werzîş û Ciwanan a Dêrzorê di kongreyê de beşdar bûn.

Di kongreyê de sînefizyonek têkildarî kar û xebatên komîteyê yên sala 2022`yan hate pêşandan. Paşê cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl Şehnaz El Hefel, endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Suha El Seîd, endamê rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê Nam El Ehmed axivîn, lidarxistina kongreyê pîroz kirin û hêviya serkeftinê jê re xwestin.

Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê Ibtîsam El Xelef rapora siyasî ya têkildarî geşedanên siyasî yên li herêmê û cîhanê xwend.

/ar/uploads/files/2022/12/28/171405_00259.mts.19_44_20_08.still001.webp

Her wiha di raporê de behsa rewşa rêxistinî ya Dêrazorê, kar û xebatên komîteyê yên ku ji bo pêşxistina ciwanan li dar xistine, hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ku tevî zehmetiyan û derfetên sînordar lê hewldanên ji bo pêşxistina zihniyeta fikrî ya ciwanan berdewam in.

Beşdarên kongreyê, kar û xebatên komîteyê nirxandin.

Di dawiya wan nirxandinan de, encammayeke hat diyarkirin ku wiha ye:

1-Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakî, panel werin lidarxistin.

2-Parastina nasnameya ciwanan were kirin û derfet jê re bê dayîn ku di hemû qadan de kar bikin û rola xwe ya çalak di saziyên rêveberiyê de bilîzin.

3-Piştgiriyê bidin projeyên fikrî, pîşeyî, werzîş ên jinên ciwan û mafên wan biparêzin.

4-Aktîfkirina rola ciwanan di nava komîn û meclisan de.

5-Piştgiriya projeyên biçûk ên ciwanan bê kirin û dewreyên pîşeyî werin lidarxistin.

6-Avakirina koordînasyoneke ciwanan û tevgera ciwanan li herêmên Dêrazorê.

7-Amadekirina komînan da ku destekê bidin kar û xebatên ciwanan.

8-Ji nû ve ruxsetê bidin klûban û piştgiriya manewî û madî jê re pêşkêş bikin da ku kar û xebatên di vî warî de bi ser kevin.

9-Ji bo lidarxistina olêmpiyadeke giştî ya hemû listokan kar û xebat were kirin.

10-Çalakkirina tevgera xwendekaran.

(şx)

ANHA