Jinên di nava Partiya Sûriya Pêşerojê de komxebateke diyalogê li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê komxebateke diyalogê bi diruşma "Xurtkirina jinan, ewlehî û garantiya mafên wan e...jin, jiyan, azadî" li dar xist.

28 kanûn, 2022   16:08
TEBQA

Di komxebata ku li Akademiya Jinê ya Tebqayê hatiye lidarxistin de, 200 nûnerên jin ên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, kesayetên jin ên siyasî û çandî yên serbixwe beşdar bûn.

Di komxebatê de, li ser navê Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Kecwan axivî û got: "Em îro ji girîngiya mijara xurtkirina jinan û tevlêbûna wan di mecala siyasî de dest pê dikin. Ev ne tecrûbeyeke yekemîn e ku pêk tîne, lê belê kalîteya tevlêbûn û xurtkirinê bingeha garantiya mafên wê, nûnertî û hebûna wê di cihên biryardayînê de ye."

Xaliya wiha domand: "Em hewl didin komxebata me di oxira pêkanîna çareyên bingehîn ji dozen girêk ên têkildarî jinan re, bibe gaveke girîng. Ew jî bi rêya Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ku tundiyê li dijî jinan, qetilkirina wê sînordar bike, pêkan e."

Xod El Îsa beşa yekemîn a komxebatê şîrove kir û wiha got: "Dozên jinan li cîhanê mijareke stratejîk û hiqûqî ya pirgirîngî û pêşniyarî ye. Bi çavekî biçûk li vê dozê tê nêrîn û îdeolojiyên hemû civak xwe dispêrinê reftarên dewlet û gelên wê nîşan didin."

Xod wiha domand: "Em berhema têkoşîna xwe ku me di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de bi dest xistine, werdigirin. Ji bo em van destkeftiyan biparêzin pêdivî bi gelek ked û têkoşînê heye ku hemû cureyên bikaranîn, nijadperestî û tundiyê werin têkbirin."

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr Senoh beşa duyem a komxebatê şîrove kir û wiha got: "Nijadperestiya li dijî jinan li ser bingeha cureya civakî ya di destûr an jî qanûnan de ye, bi wê re zirareke mezin dide jinan, needaletî û newekheviya her du zayendan pêk tîne."

Suhêr wiha domand: "Çêkirina hevpeymaneke jinan ya hevbeş bi vna azad a jinan li gorî pransîbên azadiya jinê, dê roleke girîng di aştî û ewlehiya gelan de bilîze."

Berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Semîr El Ezîz beşa sêyemîn a komxebatê xwend û got: "Li pêş me qonaxeke hestiyar û pir girîng heye û ji bo em welat û civakê rizgar bikin, azadî û demokrasiyê pêk bînin, divê em bibin yek û qeydên xwe azadiya me kelepçe kirine bişikînin."

Beşdaran nîqaşên xwe li ser her sê beşan, ji bo pêşxistina rewşa jinan, anî ziman.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Berdevka Meclisa partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Nehle Îsmaîl xwend û wiha tê de hate gotin:

Divê kedên avaker, xebata hevbeş werin bilindkirin ku parçebûna civakî û nîştimanî têk bibin, her wiha destpotî û tundrawiyê têk bibin, da ku modernîteya demokratîk pêk bê.

Xurtkirina jinan di aliyê siyasî de û qedexekirian tevahî şêweyên çewisandin û terorê, da ku azadiya nêrînê misoger be.

Avakirina malbateke demokratîk a hevgirtî bi aktîfkirina jiyaneke hevbeş di navbera mêr û jin de pêkan e.

Ji bo bedariya aktîf di hemû hûrgiliyên jiyana siyasî, qanûnî û civakî de divê desteka jin û ciwanan werin kirin.

Divê têkoşîn û xebata li ser vîna siyasî ya xurt were bilindkirin, da ku jinên sûrî nûnertiya rasteqîn di destûra Sûriyê de bikin.

Divê pabendî bi hewla garantiya hebûna jinê li ser tevahî astên biryardayînê bê kirin û mekanîzmayên ji bo pêkanîna rêjeya ji sedî 50 werin bên dîtin.

(fr)

ANHA