Ciwanên Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku di encamê de 11 gerîla şehîd bûbûn xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan bi diruşma "Berxwedana gelan komployan bi dawî dike" hate organîzekirin.

Ciwanên Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir
28 kanûn, 2022   15:11
HELEB

Di xwepêşandana ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dar xistiye de şêniyên taxa Şêxmeqsûdê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd ve dest pê kir, li nav kolanên taxê geriya û ber bi navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ve bi rê ket.

Li wir, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û bal kişand ser şehadeta 11 gerîlayan di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de û got: “Em bejna xwe li hember fedakariya wan ditewînin”.

Hêva wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişên xwe zêde dike da ku îradeya gelan têk bibe, her wiha tecrîdê li ser rêber Ocalan giran dike û çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.”

Hêva di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê ku li ser şopa şerê gel ê şoreşgerî be tu hêz nikare wî têk bibe.

Piştre, endamê Partiya Yekitiya Demokrarîk (PYD) Elî Hesen wiha axivî: “Kesên ku li ser destê rêber Ocalan perwerde bûne û fikrê wî şopandine, niha destanên lehengane li çiyayên Qendîl, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsin.”

Elî diyar kir ku gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine, ji ber wê ew berê xwe dide bikaranîna çekên kîmyewî, lê belê ew dîsa bi bin ketiye.

(mh)

ANHA