QSDʹê nasnameyên 2 şehîdên êrişa li Reqayê eşkere kirin

QSDʹê nasnameyên du şehîdên bersivdayîna êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê eşkere kirin.

QSDʹê nasnameyên 2 şehîdên êrişa li Reqayê eşkere kirin
27 kanûn, 2022   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên ku di bersivdayîna êrişa çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bakurê rojavayê Reqayê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst hîna xetereyeke mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û tevahî cîhanê çêdike. Rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst tevahî destek û piştgiriyê ji dewleta Tirk a dagirker, bi taybet ji herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, wekî Serêkaniyê û Girê Spî digire.

Êrişa terorî ya şaneyên rêxistina terorîst a duh (Duşemê 26ʹê Kanûnê) ya li ser bajarê Reqayê, piştî rêgeza êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. Piştî gefên Tirkiyê yên pêknîna êrişeke leşkerî li ser herêmên me şaneyên terorîst çalaktir bûn.

Dema bersivandina êrişa terorîstan, du şervanê; Omer Feyad El Nasir (Qenas) Ehmed Nasir Silêman (Ciwan) yên ku mîsyona parastina herêmê pêk dianîn, piştî berxwedaneke mezin li hemberî terorîstan meşandin û êrişa wan têk birin, gihiştin asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji xwe, tevahî malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin. Heman demê em teqez dikin ku xwîna şehîdên me wê vala neçe. Em ê tolê ji sûcdarên qatilan hilînin. Em ê operasyonên xwe dewam dikin heta ku rêxistina terorîst ji kolê rakin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Qenas

Nav û paşnav: Omer El Nasir

Navê dayikê: Lemya

Navê bav: Feyad

Cihû dîroka jidayikbûnê: Dêrazor/ 1999

Cih û dîroka şehadetê: Reqa- 26ʹê Kanûna 2022ʹyan

Nasnav: Ciwan

Nav û paşnav: Ehmed Silêman

Navê dayikê: Eyşe

Navê bav: Nasir

Cih û dîroka jidayikbûnê: Girê Spî 2002

Cih û dîroka şehadetê: Reqa/ 26ʹê Kanûna 2022ʹyan"