Rêveberiya Xweser malpera "Gilî û pêşniyaranʹʹ vekir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi navê "Deriyê gilî û pêşniyaran" malperek  vekir.

Rêveberiya Xweser malpera "Gilî û pêşniyaranʹʹ vekir
27 kanûn, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi armanca başkirina xebatên saziyên xwe û xurtkirina rêgeza kolektîf, malpereke bi navê "Deriyê gilî û pêşniyaran" vekir.

Malper taybet ji bo wergirtina gilî û pêşniyarên welatiyan ên der barê başkirina xebatên saziyên û xizmetan de ye.

Li gorî malpera Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, malpera "Deriyê gilî û pêşniyaran" malpereke ewle, sirî û zelal e, her kes dikare gilî û pêşniyarên xwe jê re parve bike.

Meclisa Rêveber diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê bersiva hemû pêşniyaran bide, wan belge bike, çareser bike.

Li gorî meclisê mekanîzmeya bersivandinê wiha ye; ekîpa malperê gilî û pêşniyaran pêşwazî dike, bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re parve dike, meclis ji aliyê xwe ve gilî û pêşniyaran bi saziyên têkildar re parve dike da ku li ser bisekinin û çareser bikin.