Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin

​​​​​​​Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li kujer ê faşîst Onûr Gencer hate birîn.

Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
27 kanûn, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Doza darizandina Onûr Gencer ê faşîst ku bi piştgiriya dewletê avêt ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û Denîz Poyraz lê qetil kir, dewam kir. Di rûniştina 7'emîn a dozê de biryar hate eşkerekirin.

Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji sûcê "zerardana li mal" 4 sal cezayê girtîgehê, ji sûcê "binpêkirina destnedana avahiyê" 2 sal cezayê girtîgehê û ji sûcê "binpêkirina qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Gencer birî.