​​​​​​​2 çete li Reqayê hatin kuştin

2 çeteyên ku êrişa xwekuj biribû ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê ku yek ji wan kembera bombebarkirî li xwe pêçabû, ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hatin kuştin.

​​​​​​​2 çete li Reqayê hatin kuştin
26 kanûn, 2022   10:04
REQA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî ewlehiyê, ragihand ku 2 çeteyên ku êrişa xwekuj li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya Reqayê pêk anîbû, hatine kuştin. Hate zanîn ku çeteyekî kuştî kembera bombebarkirî li xwe pêçabû.

Piştî êrişê hin çeteyên êrişkar reviyan, li ser wê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê operasyona lêgerîn û paqijiyê daye destpêkirin.

(cx)

ANHA