Li Fransayê faşîstên Tirk êrîşî ciwanek Kurd kir

Li bajarê Lîlle yê Fransayê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdar dike rastî êrîşa faşîstên Tirk hat.

Li Fransayê faşîstên Tirk êrîşî ciwanek Kurd kir
26 kanûn, 2022   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF’ê, li Roubaix ku yek ji navendên bajarê Lîlle ye, karkerê Kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, duh ji aliyê Tirkekî bi navê Ramazan ve bi hinceta ku strana Kurdî guhdarî dike, ji 3 cihan bi meqesa berber hate derbkirin.

Zîkrî Elî Avşîn (27) ê ji Hewlerê, dema ku li berberiyê dixebitî, faşîstê Tirk ê bi navê Ramazan ket dikanê û ji ber ku stranên Kurdî guhdar dike gef li Avşîn kirin. Li ser bersiva Avşîn a “Ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim” Ramazan bi meqesa berber êrîşî Avşîn kir.

Zîkrî Elî Avşîn ê ji 3 cihan birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lîlle.

Êrîşkarê faşîst ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Bi bihîstina bûyerê re Kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin nexweşxaneyê û diyar kirin ku bi doktoran re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine û ev jî avantajek e ku zêde xwîn jê neçûye. Rayedaran bal kişand ku faşîstên Tirk bi zanebûn dixwazin Kurdan tehrîk-provokasyonan bikin û hişyariya “neyên provokasyonan” kir.