Li Pakistanê 6 kes hatin kuştin

Li eyaleta Belucistanê ya Pakistanê, di encama teqîn û pevçan de yek jê leşkerek, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakistanê 6 kes hatin kuştin
26 kanûn, 2022   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Kohlu ya eyaleta Belucistanê di encama teqîna mayîneke ku hat gotin bi destan hatiye çêkirin de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li ser sînorê Afganistanê li nêzî herêma Zob ya eyaleta Belucistanê jî, di navbera komek ku dixwest ji aliyê Pakistanê ve sînor derbaz bike û hêzên ewlekariyê de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de leşkerekî Pakistanê jiyana xwe ji dest da û êrişkarek hat kuştin.