​​​​​​​Şêniyên Hesekê dorpêça li ser Heleb û Şehbayê şermezar kir

Şêniyên bajarê Hesekê dorpêça li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla ‎ hikumeta Şamê ‎ve şermezar kir û got ew piştgiriya şêniyên li wir dikin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê dorpêça li ser Heleb û Şehbayê şermezar kir
20 kanûn, 2022   23:38
HESEKÊ _ SÎBELCAN SELMAN

Hikumeta Şamê jiTebaxê ve, kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç dike û nahêlemadeyên bingehîn, sotemenî, xurdemenî û derman derbas be.

Şêniyên Hesekê dorpêça hikumetê şermezar kir û anî ziman ku ew piştgiriya şêniyên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin.

Welatiya bi navê Necah Hewas diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji dorpêça li ser Şehbayê, ew e ku ji nû ve herêmê kontrol bike û vîna gel bişikîne.

Necah Hewas dorpêç red kir û got:" Em vê dorpêça dermirovî ya li ser şêniyên Şehba, bi tundî red dikin."

DORPÊÇA HIKUMETÊ Û ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK

Necah Hewas destnîşan kir ku berjewndiyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê yek e û wiha pê de çû: "Di demekê de dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, hikumeta Şamê li dijî Şehbayê dorpêçeke tund ferz kiriye. Ev yek nîşaneya hevkariya wê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Welatiyê bi navê Esmet Fatimî diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji vê dorpêçê ew e ku şêniyên Şehba koçber bike û got: "Berxwedana ku şêniyên Şehbayê raber dikin ji ber girêdana wan bi axê ve ye û berdêl çi be dev ji axa xwe bernadin."

Esmet wiha domand: "Ruxmî nakokiyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, lê hev re tevkar in, bi taybet ger mijar girêdayî bidawîkirina Kurdan be. Lê rumxî wê em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

YA GIRÎNG DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ ŞEHBAYÊ BIPARÊZE

Welatiya bi navê Sebah Mûsa dorpêça li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û bi sûcên hovane bi nav kir.

Sebah diyar kir ku ji dêvla dorpêçê divê hikumeta Şamê li dijî dijmin û êrişan Şehba biparasta.

Têkildarî wê, welatiyê bi navê Mihemed Dawî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê sûcên hovane pêk tînin û herêmên wan dorpêç dikin, lê belê ew li hember wan nabe asteng, dê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

(dm)

ANHA