Rojnameyên erebî: Bombebarana dawîn a Îsraîlê li Şamê ya herî tund bû

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da bombebarana Îsraîlê ya li ser paytexta Sûriye Şamê, encamnameya lûtkeya Bexdayê û aloziya Lîbyayê.

Rojnameyên erebî: Bombebarana dawîn a Îsraîlê li Şamê ya herî tund bû
21 kanûn, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYEYIYAN JI 'ROJHILATA NAVÎN' RE BEHSA BOMBEBARANA TUND A ÎSRAÎLÊ LI NÊZÎ ŞAMÊ KIR’

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Şeva duşem-sêşemê, Îsraîlê bi roketan êrişeke tund pêk anî, di encamê de depoyên çekan ên milîsên Îran û Hizbullahê li herêma Seyde Zeyneb li gundewarê başûrê Şamê û li derdora Balafirgeha Şamê a Navneteweyî rûxandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di encama êrişê de 3 endamên ji nasnameyên ne sûriyeyî yên bi Hizbullah re kar dikin, hatin kuştin.

Hin çavkaniyên xwecihî ji herêma Seyde Zeyneb têkildarî cihê hatî hedefgirtin ji “Rojhilata Navîn” re axivîn. Çavkaniyan got ku şeva sêşemê du teqînên mezin rûdane, ji hêza teqînan avahi hejiyane û xelk tirsiyaye, her wiha hin niştecihên li qatên jorîn ên avahiyan dimînin ji tirsa hilweşîna avahiyan daketin kolanan.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî bombebaran bi dawî bû, hin şênî çûn ser banên avahiyan û dûmanê li pişt Qada Rewda ya başûrê Seyde Zeyebe bilind dibû, dîtin.

Çavkaniyan anî ziman ku li mezreyên Rewda yên li başûrê Qada Rewda, baregehên leşkerî yên milîsên Îranê û Hizbullah û depoyên çekan hene.

Hin şahidan ji rojnameyê re got ku dengê du teqînan û dûmanê ku bilind dibû nîşan dida ku cih û depoyên leşkerî bi temamî hatine rûxandin û kuştî çêbûne. Her wiha diyar kirin ev herêm beriya niha jî hatiye bombebarankirin, lê belê ev bombebaran a herî tund bû.”

‘LÛTKEYA 'NE MUCÎZEYAN' DIXWAZE IRAQÊ JI BIN SIYA ÎRANÊ DERXE’

Rojnameya El Ereb jî der barê Lûtkeya Bexdayê ku li Urdinê hatibû lidarxistin de, nivîsî: “Aliyên erebî texmîn nakin ku Lûtkeya Bexda ya li Umanê pêk hatiye, bikare Iraqê ji bin siya Îranê derxîne. Nexasim ku hikumeta çarçoveya hemahengiyê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî alîgira Tehranê ye. Hin çavdêran jî lûtke wekî lûtkeya 'ne mucîzeyan' pênase kir.

Kongreya “Bexda 2” duh piştî nîvro bi beşdariya nûnerên 12 welatan li navenda Şah Hisên Bin Telal ya li beravê (50 km li rojavayê Umanê) hat lidarxistin. Kongreya yekemîn jî di Tebaxa 2021`an de bi însiyatîfa serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Iraqê, li paytexta Iraq Bexdayê hatibû lidarxistin.

Serokkomarê Fransayê di axaftina xwe de daxwaza esasgirtina rêyeke din dûrî “nimûneya xwe dispêre derve” kir.

Macron got: “Ez teqez dikim ku Fransa bi rêya dîroka xwe û karê xwe yê dîplomatîk…. Girêdayî îstitqrara herêmê ye.” Macron daxwaza esasgirtina rêyek dûrî rengên hegemoniyê û emperyalîzmê û nimûneya xwe dispêrê derve, kir.

Macron destnîşan kir ku li herêmê hîna xitimîn, parçebûn û dozên ewlehiyê dewam dikin û diyar kir ku Iraqê di dehan salên dawîn de yek ji qurbaniyên sereke yên têkbirina îstiqrara herêmî ye.

Serokkomarê Fransayê anî ziman ku divê parçebûnên heyî li herêmê bên derbaskirin û bi vî rengî herêm dikare di plansaziya herêmî û cîhanî de bigihêje serkeftinê.

Rêveberê Peymangeha Rojhilata Jêrîn û Kendavê ya Lêkolînên Leşkerî Riyad Qehwecî jî got, “Hêviyên mezin ji kongrayê tên kirin, lê tu kes li benda mûcîzeyan namîne.”

‘LI LÎBYAYÊ NÎŞANEYÊN PARÇEBÛNÊ DÎSA DERDIKEVIN PÊŞ’

Rojnameya El Beyan jî behsa rewşa Lîbyayê kir û nivîsî: “Nîşaneyên parçebûnê dîsa li ser dîmenê giştî yê Lîbyayê serwer dibin, nexasim li gel zêdebûna nakokiyên siyasî di navbera hêzên rojava û rojhilatê welatê ku li ser hikumê ketine pêşbirkê.

Bi taybet piştî ku şêwirên der barê yekkirina desthilata rêveber û lihevkirina li ser bingeha destûrê di navbera meclisa nûneran û meclisa dewletê de, hatin taloqkirin. Her wiha ji ber ku desthilata Terablusê efserê berê yê ewlehiya derve Ebû Uceyle Mesûd El Merîmî radestî desthilatên Amerîkayê kir, rewşa hêrs û bêzariyê di nava gel de derketin û metirsî hene ku kesayetên din ên lîbyayî radestî Washington bên kirin.

Wezîrê Edaletê yê Lîbyayê yê hikumeta ji meclisa nûneran hatiye avakirin Xalid Seîd got ku hin aliyên biyanî bi hevkariya şandeya NY`ê ji bo parçekirina welat dixebitin û diyar kir ku dîplomatên NY`ê bûn sedem ku lihevkirin di navbera hêzên Lîbyayê de çênebe, lê belê nûnerên taybet ji bo sererastkirinan û avakirina hikumeteke yekbûyî gelek hewldan kirin.

Endamê Meclisa Nûneran Misbah Doma dibêje ku Lîbya vegeriyaye çargoşeya parçebûna siyasî yak u di dema hikuemta Fayiz Serac de çêbûye. Çavdêr jî texmîn dikin ku serokê dawîn ê îstixbaratê Ebdullah Sinûnî radestî Washingtonê bê kirin.

Dibe ku ev rewş welat ber bi parçebûna komî û siyasî ve bibe, nexasim li gel bandora mezin a hevsengiyên qebîleyên ku di navbera rojava, başûr, navarast û rojavayê welatd e belav dibin. Nexasim a qebîleya Meqariha ku Sinûnî endamekî wê ye û herêmên girîng ên çavkaniyên petrol, gaz û avê li herêma başûr kontrol dike.

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mesûd El Werfelî destnîşan kir ku ji ber jidestdana baweriyê di navbera aliyên şerê desthilatê dikin de û di encama destwerdanên derve de, Lîbya vegeriya çargoşeya parçebûnê. Her wiha texmîn kir ku radestkirina kesayetên din ên lîbyayê ji Washingtonê re bêyî biryara dadgehê, dê bibe sedema vegera tevlîheviyê.”

(cx)