JI ber dorpêçê hevjînê wê yê nexweş bê derman maye

Fatme Ebdurehman ji çend rojan ve li bendê ye ku derman bigihêjin wê da ku bide hevjînê xwe. Hevjînê wê nexweş e, li ‎Nexweşxaneya Avrîn e lê ji ber dorpêça Firqeya 4′an nikarin tedawî bikin.

JI ber dorpêçê hevjînê wê yê nexweş bê derman maye
21 kanûn, 2022   03:32
ŞEHBA

Ji ber dorpêça Firqeya 4′an a hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û navçeyên Şêrawa û Şera yên ‎kantona Efrînê ya dagirkirî, şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê gelek azaran dikişînin. Firqeya 4′an nahêle ‎sotemenî, derman û xurekên sereke bikevin herêmê.‎

Fatme Ebdurehman (‎‏60‏‎) a koçber ji gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ya Efrînê ye ku li ‎niha li gundê Um Hoş yê navçeya Ehres a Şehbayê bi cih bûye.‎

Fatme bi hevjînê xwe re dijî û piştî nexweşiya hevjînê wê Elî Riza Hec Xelîl (60) azarên wê zêde bûn û hevjînê wê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê.

Elî Riza Hec Xelîl bi nexweşiyên bêhntengî û îltîhaba sîng ketiye û li gel wê jî sotemenî tune ye ku sobe di vê sermaya tund de pê bê vêxistin. Ji ber wê nexweşiya wî giran bû û 5 rojan e rakirine nexweşxaneyê. Niha ew di odeyekê de dimîne ku nayê germkirin, ji ber mazot li nexweşxaneyê tune ye.

Li gel dorpêça li ser kantonê êdî peydakirina dermanan ji Elî Riza Hec Xelîl re, ji bilî ji Helebê tune ye. Heleb jî tenê 15 deqeyan ji kantona Şehbayê ya dorpêçkirî dûr e.

Zehmet e ku derman li Helebê bên peydakirin, ji ber ku bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê qedexe dikin ku şênî derbasî bajêr bibin.

Fatme Ebdruheman wiha got: "Tu kes li vir tune ye ku alîkariya me bike, kurekî min di girtîgehên dewleta Tirk de ye û yê din jî nizanim li ku ye."

Dewleta Tirk li kurê Fatmeyê Rustem Hec Xelîl (Xeyrî Durmuş) cezayê muebbedê biriye.

Fatme bi xwe jî nexweş e û wiha dibêje: "Zehmet e em xwe bigihînin nexweşxaneyê, erebe ji ber tunebûna mazotê sekinîn û bi saetan li ser rêyan li benda erebeyan dimînin ku xwe bigihînin nexweşxaneyê."

(fr)

ANHA