​​​​​​​Xwarinên li ser qirşûqalan û hestên zarokan

Ji ber dorpêça hikûmat Şamê mazot nayê herêma Şehba, lewma koçberên ku di kampanda têkoşîna jiyanê didin jî, xwarinên xwe li ser qirşûqalên ji derdorê hatine komkirin, çêdikin. Zarok bi dîmen û hestên xwe hîtabî wijdana mirovan dikin. 

20 kanûn, 2022   03:38
ŞEHBA –ZEYNEB ŞÊXO

Azarên ku koçberên li herêma Şehbayê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê dikişînin, bi hatina zivistanê re zêdetir bûn. Dîmen û wêneyên ku li kampên koçberan ên piştî dagirkirina Efrînê hatine avakirin, hatine kişandin, têkoşîna jiyanê vedibêjin.

Rêveberiya Kantona Şehbayê li gorî derfetên xwe pêdiviyên koçberan pêşwazî dike, lê dorpêça ku hikûmeta Şamê daniye ser herêmê, şertên jiyanê li wan giran kirine.

Piraniya pêdiviyên wekî çêkirina xwarinan, gerimkirin û hwd. bi mazotê tê pêşwazîkirin. Lê ji ber dorpêçê mazot nayê. Lewma koçber bi derfetên xwe van pêdiviyan pêşwazî dikin.

Gelek malbat ji bo çêkirina xwarinan qirşûqalên li derdora kampan kom dikin. Piştre jî di tenîkeyên li pêşiya çadiran danîne de, wan qirşûqalan dişewitînin û xwarinên xwe li ser çêdikin.

Zarokên ku li dora tenîkeyan kom bûne, li benda dayîkên xwe ne ku xwarinê bidin wan. Hinek mêrên li kampê jî li ber cadir an jî tenîkeyên ku xwarin li ser tê çêkirin rûniştine û bi awirên xwe di axivin.

Zarokek jî bi stranekê hesreta vegera Efrînê vedibêje û hîtabî wijdana mirovan dike.

ANHA