ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 20-12-2022

ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 20-12-2022
19 kanûn, 2022   23:00

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê saet di 10:00’an de li Kampa Serdemê, saet di 11:00’an de li navçeya Ehdas û saet di 13:00’an de li gundê Babinisê dorpêça li ser Şehbayê ku di encamê de dibistan hatin girtin, şermezar dikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bi 2 daxuyaniyên cuda saet di 09:00’an de li gundê Merate yê navçeya Ehdas û saet di 13:00’an de li gundê Til Şiîr, dorpêça li ser herêmê ku di encamê de dibistan hatin girtin şermezar dikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Karmendên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê dorpêça li ser herêmê ku di encamê de derman qut bûye, li nexweşxaneya Avrîn saet di 14:00’an de şermezar dikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Navçeya Tirbespiyê pêşangeheke karê destan li Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a Navçeya Tirbespiyê saet di 11:00’an de li dar dixe. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li qada Suryan saet di 10:00’an de çalakiyekê li dar dixe. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û helwesta CPT’yê şermezar kirin û got "Heta agahiyekê ji rewşa rêber Ocalan negirin, em ranawestin.” (BI DÎMEN Û WÊNE)

Ji ber dorpêça hikûmat Şamê mazot nayê herêma Şehba, lewma koçberên ku di kampanda têkoşîna jiyanê didin jî, xwarinên xwe li ser qirşûqalên ji derdorê hatine komkirin, çêdikin. Zarok bi dîmen û hestên xwe hîtabî wijdana mirovan dikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di gel rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, armanc dike ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bighîne asta şerê gel ê şoreşgerî. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir diyar kir ku bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, dibe ku nexweşxaneya yekane ya li her du taxan di çend rojên pêş de ji xizmetê derkeve. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Di 2022′yan de li cîhanê bûyera sereke tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê û bandora wê li ser aboriya cîhanê bû. Di heman demê de li gelek dewletên Ereban krîzên siyasî rû dan. Dewleta Tirk a dagirker jî hewl da ji nû ve têkiliyan bi hin dewletên herêmê re vegerîne. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Îro li paytexta Urdin Emanê lûtkeya herêmî ya têkildarî Iraqê dest pê dike. Tê payîn ku dewleta Tirk a dagirker, Îran û gelek dewletên ereb tev lê bibin. Gelo beşdarên lûtkeyê wê çi nîqaş bikin û çi jê tê hêvîkirin?

Karmendên çavdêriya sûcên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin ku civata navneteweyî li hember sûcên dewketa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê durû ye. (BI DÎMEN Û WÊNE)

ANHA