Lûtkeya Bexda 2, hêvî û pêşbîn

Îro li paytexta Urdin Emanê lûtkeya herêmî ya têkildarî Iraqê dest pê dike. Tê payîn ku dewleta Tirk a dagirker, Îran û gelek dewletên ereb tev lê bibin. Gelo beşdarên lûtkeyê wê çi nîqaş bikin û çi jê tê hêvîkirin?

Lûtkeya Bexda 2, hêvî û pêşbîn
20 kanûn, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Îro li paytexta Urdin Emanê lûtkeya Bexda 2 li dar dikeve ku berdewama Bexda 1 e ya ku dawiya Tebaxa 2021`an li paytexta Iraq Bexdayê li dar ketiye. Hemwextî wê piştî xebatên dijwar hikumeta Iraqê tê avakirin, êrişên Tirkiyê li dijî serdestiya Iraqê zêde dibin û Îran hewl dide ku hegemoya xwe li Iraqê firehtir bike li gel vekişîna Amerîkayê.

Tişta nû di vê lûtkeyê de, li rex Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, dewleta Tirk a dagirker, 2 endamên din dê tev lê bibin ew jî Behrên û Seltenêt Oman e. Her wiha dê şandeyên hikumeta Şamê û Lubnanê beşdarî lûtkeyê nebin.

“PERGALEKE HERÊMÎ YA NÛ”

Mudirê peymangeha geşpêdan û demokrasiyê ya Iraqê Dr.Xesan El Etiye têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Lûtkeya Bexda 2, bêguman gelek nîşaneyên wê hene. Ya yekemîn; Îran bi awayekî çalak derbasî qada Iraqê bû her wiha Tirkiyê jî wisa ye. Rojhilata Navîn ya heyî, li ser sêgoşeyeke girîng ava dibe ku ew jî Îsraîl, Îran û Tirkiyê ye. Lê belê hinekî statuya dewletên ereb kêm bûye. Lidarxistina mîna van cîvinan, hewldaneke ji wan e ku roleke wan di Iraqê de hebe.”

El Etiye wiha domand: “Gelo dikarin bi rêya van civînan, pergaleke herêmî ya din ava bikin ku dikare pirsgirkên di navbera xwe de bi rêbazên aştiyane çareser bikin? Bi nêrîna min, pergala herêmî tenê dema nirxên hevbeş di navbera hemû aliyan de hebe, tê avakirin. Mînak, Yekitiya Ewropayê ye. Ne ziman, ne jî ol, ne jî taîfe yan jî netewe, endamên vê yekitiyê kom dike lê belê nirxên hevbeş in. Serokên ereb nûnertiya demokrasiyê û nirxên hevbeş nakin. Ji ber ku rewşa heyî dibe di kijan kêliyê de ji hev bikeve û em ê tenê mîna kaxizan di destê hêzên mezin de bimînin.”

“WEXTEKE GIRÊK”

Li gorî analîzvanê siyasî Ehmed El Rehîm lûtkeya Bexda 2, di wexteke gelek girêk de ji bo hemû aliyan li dar dikeve û wiha domand: “Destwerdana Tirkiyê di bakurê Iraqê de heta niha çareser nebûye û rê li pêşiya berdewamiya wê jî nehatiye girtin. Li aliyekî din, ev lûtke yekser piştî civîna dewletên Kendav û Çînê, Kongreya Erebî-Çînê, li gel alozbûna têkiliyên Îran-Fransa li dar dikeve. Li rex wê jî rewşa Lubnanê berçav e.”

El Rehîm wiha domand: “Ruxmî taybetmendiya aborî ya lûtkeyê ku dê ewlehiya xwarinê, derman û enerjiyê li herêmê û cîhanê nîqaş bike, lê taybetmendiyeke wê ya siyasî jî heye. Hikumeta Iraqê hêvî dike ku piştgiriyeke navneteweyî û herêmî bi dest bixe da ku serdestiya xwe biparêze, hemwextî wê, di pêşerojê de asoyên hekvariyê bi pergala Kendavê, Tirkiyê, Îran û Fransayê veke. Ruxmî ku Amerîka fişar li hikumeta Iraqê dike ku di wê aliyê de yan jî aliyeke din a navneteweyî û herêmî ku ne li gorî siyaseta Amerîkayê ye, neçe.”

“REWŞA EWLEHIYÊ”

Lêkolînerê siyasî yê ji Iraqê Riyad El Wehîlî jî got: “Lûtkeya Iraqê, di radeya yekemîn de rewşa ewlehiyê û encamên wê li ser dewletên herêmê, nîqaş dike. Ji ber wê bi dewletên cîranê re koordîne tê çêkirin û agahî di navbera wan de tê parvekirin nexasim ên têkildarî ewlehiyê.”

El Wehîlî wiha pê de çû: “Têkildarî hebûna hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê û hedefgirtina axa Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve, Iraq xwedî nêrîn e. Ji ber wê dê ev mijar di lûtkeyê de bi aliyê Tirk re were nîqaşkirin. Dê fişarê li Tirkiyê were kirin nexasim di qada veguhastina bazirganiyê de di navbera her du welatan de ku herî zêde dewleta Tirk sûdê jê digire. Hewldana qutkirina têkiliyên bazirganî dê bandor li aliyê Tirk bike.”

“SÎSTBÛNEKE IRAQÎ LI HEMBER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ”

Lêkolînerê ji Iraqê û endamê Navenda Hedef a Lêkolîn û Nirxandinên Stratejîk Mueyed El Elî jî got: “Tirkiye ji demeke ne dirêj ve, serdestiya Iraqê binpê dike, êriş dike û sivîlan li bakurê Iraqê dikuje. Di aliyê helwesta hikuemta berê ya bi serkêşiya Kazimî de, sîstbûnek hebû.”

El Elî bang li hikumeta heyî kir ku lihember êrişên Tirkiyê helwesteke cidî û rasteqîn nîşan bide û wiha domand: “Divê Lûtkeya Bexda 2 gelek daxwazên bîne cih di nav de, rawestina projeyên Tirkiyê li bakurê Iraqê, bikaranîna kaxiza bazirganiyê di navbera Iraq û Tirkiyê de ji bo ku fişarê li Tirkiyê bê kirin.”

“FRANSA DIXWAZE LI IRAQÊ HEBE”

Der barê sedemên mereqa Fransa bi Iraqê de, Xesan El Etiye wiha anî ziman: “Rastiyeke bingehîn heye ku DYA vekişî. Vekişîna wê valahiyeke mezin çêkir. Hinek hewl didin vê valahiyê dagirin. Bi nêrîna min Tirkiyê û Îran ev rastî fêm kirine. Hevalbendiya wan, hevalbendiyeke berjewendiyan a demkî ye. Her du jî naxwazin demokrasî li welatên wan pêk were. Ne amade ne jî mafên kurdan bidin. Ji ber wê ez ji van civînan ne geş bînim.”

Mueyed El Elî jî got : “Fransa dixwaze bi rêya veberhênan di qada enerjiyê de li Iraqê cih bigire. Ew jî dixwaze ku di xêzkirina berên herêmê de li gel aloziya Rûsya û Ukraynayê, roleke çalak bilîze.”

(şx)

ANHA