Çavdêrên sûcên şer: Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker durûtiyeke navneteweyî heye

Karmendên çavdêriya sûcên dewleta Tirk a dagirker destnîşan kirin ku civata navneteweyî li hember sûcên dewketa Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê durû ye.

Çavdêrên sûcên şer: Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker durûtiyeke navneteweyî heye
19 kanûn, 2022   23:51
HESEKÊ

Ji roja yekemîn a dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li hemû deverên Sûriyê di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc hatin pêkanîn.

Her wiha ji şeva 19’ê Mijdara borî ve jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê giran kirine, ku di encamê de binesazî, navendên mirovî û tenduristî û kargehên petrolê hatin hedefgirtin. Ev yek jî li gor qanûnên navneteweyî wek sûcên şer tên naskirin.

Girêdayî vê mijarê, kesayetên berpirs di çavdêriya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deverên dagirkirî de, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got: “Sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin, sûcên şer, qirkirin û guhertina demografiyê ne. Gelek binpêkirin li dijî sivîl û binesaziya herêmê nexasim li bajarên Serêkanî û Girê Spî hatin pêkanîn.”

"DURÛTIYA DI DOZAN DE”

Evîn wiha domand: “Ji destpêka dagirkeriyê ve sivîl tên hedefgirtin, malên wan tên talankirin û ew tên koçberkirin. Ev tişt hemî li ber çavê tevahiya cîhanê û rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî (NY) diqewimin. Lê mixabin ew li hember wan bêdeng in û durû ne.”

Evîn destnîşan kir ku serokê dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku herêmeke ewle ji bo bicihkirina koçberan tê de ava bike, lê belê xwediyên xakê û şêniyên resen bi darê zorê hatin koçberkirin û vegera wan li ser xaka wan hate qedexekirin.

Evîn di dawiya axaftina xwe de bang li NY’ê û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û di mijarên girêdayî sivîlan de ji dirûtiyê dûr bin.

"DEVERÊN DAGIRKIRÎ NAVENDA SÛCÊN DERMIROVÎ NE”

Her wiha, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha axivî: “Ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve dewleta Tirk a dagirker sûcan pêk tîne û ev sûc hemî hatin belgekirin da ku wek rapor ji bo komîteyên çavdêriyê yên navneteweyî werin şandin. Tiştên ku diqewimin sûcên şer, kiryarên dermirovî û şerê qirkirinê ne, lê belê li hember van sûcan civata navneteweyî hîn jî bêdeng e.”

Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî durûtî ye ku li ser hesabê gelekî azadîxwaz û aştîxwaz e.

Her wiha Koordînerê Komeleya Hevdestî (Tazur) a Qurbanan, Orhan Kemal wiha got: “Di çarçoveya komxebata kêmneteweyên li cîhanê de, me gelek hevdîtin bi aliyên navneteweyî û Ewropî re li dar xistin. Di 3 salên borî de me der barê rewşa mafên mirovan li deverên dagirkirî de gelek belge kom kirin û şandin aliyên têkildar. Her wiha me bang kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker were kirin, ji bo ku sivîl werin parastina.”

"ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛCAN PÊK TÎNIN”

Kemal wiha li axaftina xwe zêde kir: “Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî pêk tîne, sûcên şer in û qet ne li gor pîvanên û qanûnên navneteweyî ne, me gelek bûyerên kuştin, revandin û îşkencekirina kesên astengdar belge kirin. Ev tişt jî bi carekê li dijî sûcên navneteweyî ne.”

"DIVÊ JI BO CEZAKIRINA SÛCDARAN DI PÊŞEROJÊ DE AMADEKARÎ BÊ KIRIN”

Orhan destnîşan kir ku ew kar û xebat dimeşînin da ku amadekariya pêvajoya demkî li Sûriyê bikin û ji bo ku bikarin hesab ji sûcdaran bipirsin.

Di dawiya axaftina xwe de Orhan Kemal got: “Pir girîng e ku sûc werin belgekirin û bi aliyên navneteweyî yên têkildarî kirîza Sûriyê re hevdîtin bên kirin, da ku em sûcan bi awayekî baştir bigihînin wan û rola me di civînên navneteweyî de xurttir bibe û di pêşerojê de sûcdar ceza bibin.”

(mh)

ANHA