PANORAMA 2022-1

PANORAMA 2022-1
20 kanûn, 2022   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSMAÎL-GÎVARA ŞÊX NÛR

Di 2022′yan de li cîhanê bûyera sereke tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê û bandora wê li ser aboriya cîhanê bû. Di heman demê de li gelek dewletên Ereban krîzên siyasî rû dan. Dewleta Tirk a dagirker jî hewl da ji nû ve têkiliyan bi hin dewletên herêmê re vegerîne.

Di 2022′yan de tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê dest pê kir. Di encamê de rageşiya di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de dijwartir bû, bi wê re bandoreke mezin li aboriya cîhanê kir.

Li kêleka wê jî rewşa aborî ya xirab li Tirkiyê hişt ku Erdogan hewl bide nakokiyên xwe bi dewletên herêmê re çareser bike, wekî Misir û dewletên Kendavê.

Di heman demê de krîz û şerên li seranserê cîhanê dewam dikin û guhertina avhewayê gefa rûdana pêlên tundiyê yên dijwartir li niştecihên cîhanê dixwe.

DESTPÊKA RAGEŞIYA DI NAVBERA HÊZÊN ROJAVAYÎ Û RÛSYAYÊ DE

2′yê Çileyê serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok, piştî binkeftina avakirina hikumetê, îstîfa kir.

24′ê Çileyê koma Ensarullah (Hûsî) ragihand ku Îmarat û Erebistana Siûdî bi moşekên ew balîstîk kirine hedef.

30′yê Çileyê Washingtonê niyet kir ku hêzê bişîne rojhilatê Ewropayê li gel bilindbûna rageşiya têkildarî Ukraynayê.

30′yê Çileyê serokê Îsraîlê, ji dema normalîzekirina têkiliyan di navbera her du welatan de, cara yekemîn serdana Îmaratê kir.

31′ê Çileyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Talîbanê 100 endamên hikumeta Efganistanê ya berê û hevkarên hêzên navneteweyî kuştine.

LI LÎBYAYÊ HIKUMETA DUYEMÎN, PÛTÎN BIRYAR ŞER DA

4′ê Sibatê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Çînî re, li gel zêdebûna nakokiya bi rojava re civiya û hevkariya "bêsînor" ragihandin.

6′ê Sibatê dadgeriya Iraqê namzetiya endamê PDK′ê Hoşyar Zebarî ya ji bo serokkomariyê taloq kir, ji ber sedema tawanên gendeliyê.

10′ê Sibatê parlamentoya Lîbyayê Fethî Başaxa ji bo serokwezîriyê li hember hikumeta Debîde hilbijart.

15′ê Sibatê Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê qanûnek derxist ku qanûna petrol û gazê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ne destûrî ye û hikumeta Başûr jî biryara dadgehê red kir.

21′ê Sibatê serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ragihand ku Moskovê serxwebûna herêmên Donetsk û Luhansk nas kiriye.

24′ê Sibatê Pûtîn biryara destpêkirina operasyona leşkerî li Ukraynayê da.

CEZAYÊN LI DIJÎ HEV ÊN RÛSYA Û HÊZÊN ROJAVAYÎ

8′ê Adarê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden qedexekirina dahatên petrol û gaza Rûsyayê ragihand.

13′ê Adarê moşekên balîstîk li Hewlêrê ketin û Tehranê jî da zanîn ku "baregehên Îsraîlê yên veşartî" kirine hedef.

16′ê Adarê serokwezîrê Brîtanyayê ya berê Boris Johnson, ji bo lêkolînkirina li ser petrol û Rûsyayê, serdana Siûdî û Îmaratê kir.

31′ê Adarê Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê xwest dosyaya sûîqastkirina Cemal Xaşiqcî were girtin da ku rakin Siûdiyê.

2′yê Nîsanê di navbera koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî û Hûsiyan de agirbesta bi 2 mehan hate ragihandin.

16′ê Nîsanê bîlançoya qurbaniyên lehiyên li Başûrê Afrîkayê bû 400 kes û baranê jî hewldanên alîkariyê asteng kir.

23′ê Nîsanê Enqereyê ragihand ku asîman li pêş balafirên Rûsyayê yên sivîl û leşkerî yên ber bi Sûriyê ve girtiye.

27′ê Nîsanê Rûsyayê dayîna gazê ji Polonya û Bulgaristanê re sekinand.

28`ê Nîsanê ji dema kuştina Xaşiqcî de cara yekemîn Erdogan serdana Riyadê kir.

FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ XWEST TEV LI NATO′YÊ BIBIN

18′ê Gulanê Fînlandiya û Swêdê daxwaznameyeke ji bo tevlêbûna li NATO′yê pêşkêş kir.

20′ê Gulanê artêşa Rûsyayê Azovstal li Mariupol kontrol kir.

31′ê Gulanê NATO`yê tatbîqatên “parzvanê Ewropayê” li Polonyayê çêkirin û artêşa DYA’yê bi rêjeyek zêde bi cih bû.

1`ê Hezîranê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beşdarî lûtkeya weîzrên karên derve ya Meclisa Hevkariya Kendavê li Siûdî bû.

2′yê Hezîranê li Yemenê agirbest 2 mehên din hate dirêjkirin.

12′yê Hezîranê serokê Parlamentoya Iraqê îstîfaya parlamenterên bloka Sedr erê kir.

15′ê Hezîranê lihevkirina Misirî-Îsraîlî-Ewropî li ser hinardekirina gazê hate kirin, da ku altarnatîfekê ji sotemeniya Rûsyayê re bibînin.

20′ê Hezîran wezîrê parastinê yê Îsraîlê got Îsraîlê bi serkêşiya DYA’yê "Koalîsyoneke parastina asîmanê li Rojhilata Navîn" ava dike.

22′yê Hezîranê ji dema kuştina Xaşiqcî de cara yekemîn Mîrzayê Erebistana Siûdî serdana Tirkiyê kir.

28′ê Hezîranê 3 rojan NATO′yê li paytexta Spanya Madrîdê civiya.

30′ê Hezîranê DYA, Îran û navbeynkarê ewropî li Dewhayê bi Îranê re civiyan û bê çi pêşketinekê bi dawî bû.

DOLAR JI EURO BILINDTIR BÛ Û KRÎZA IRAQÊ KÛRTIR BÛ

1′ê Tîrmehê serokê Tûnisê Qeys Seîd pêşnûmeya destûreke nû pêşkêş kir. Naveroka wê destûrên berfireh bide serokkomar. Ew jî li dijî sîstema parlamentoyê ye.

7′ê Tîrmehê serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, piştî rêzesosretan îstîfa kir, her wiha koma girêdayî wî îstîfa kir.

Ji 1951′ê de cara yekemîn e ku lihevkirineke asîmanî di navbera Îsraîl û Tirkiyê de çêbû.

9′ê Tîrmehê serokê  Sri Lanka Gotabaya Rajapaksa ji navenda xwe ya li paytexta Colombo, piştî xwepêşandana bi hezaran welatiyan li hember krîza aborî, reviya.

13′yê Tîrmehê ji 20 salan ve cara yekemîn e nirxê euro li hember dolar dadikeve.

13′yê Tîrmehê pêleke gerê yê ya "awarte" li Ewropa çêbû, daristanên li Fransa û Spaniya dan ber xwe û ziwabûn gefan li nîvê eraziyên Ewropa dixwe.

 15′ê Tîrmehê Jeo Biden çû Erebistana Siûdî da ku beşdarî lûtekya Cideyayê bibe û Erebistana Siûdî ji bo zêdekirina petrola cîhanê îqna bike û krîza enerjiyê ya ji ber şerê Rûsya-Ukrayna sivik bike.

22`yê Tîrmehê Moskov û Kîevê du lihevkirinên cuda bi Tirkiye û NY`ê re îmze kirin, têkildarî firotina dexl û danan û berhemên çandiniyê yên Ukraynayê li bendên deryaya Reş hatine rawestandin.

27′ê Tîrmehê alîgirên Sedr, têkildarî prostestoya li dijî namzetiya Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Şiya El Sûdanî ji bo serokatiya hikumetê, derbasî parlamentoya Iraqê bûn û protesto di 23′yê Tebaxê de bi dawî bû.

HÊVIYÊN TÊKILDARÎ PEYMANA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ Û NAKOKIYA ÇÎN-DYA’YÊ

1`ê Tebaxê serokê DYA’yê Joe Biden kuştina serçeteyê El Qaîdayê Eymen El Zewahrî di operasyonekê de ragihand ku di 31`ê Tîrmehê de li dar ketiye.

2`yê Tebaxê seroka Meclisa Nûneran a DYA’yê Nancy Pelosi gihaşt Taywanê ruxmî hişyariyên Çînê.

3`yê Tebaxê aliyên Yemenê têkildarî dirêjkirina dema agirbestê heta 2 mehan li hev kir.

Serokê Şepêla El Sedrî Muqteda El Sedr banga jihevxistina parlamentoya Iraqê, lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir. El Sedr bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşanda xwe ya li parlamentoyê bidomînin ta ku daxwazên wan tên cih.

4`ê Tebaxê dan û standinên têkildarî lihevkirina nukleerî ji nû ve dest pê kirin piştî ku çend mehan hatibû taloqkirin.

Artêşa Çînê piştî serdana Nancy Pelosi ya ji bo Taywanê, rahênanên leşkerî li dar xistin ku 7`ê Tebaxê bi dawî bûn û piştre di 8`ê Tebaxê de rahênanên deryayî û bejahî yên herî mezin li dar xistin.

8`ê Tebaxê Yekitiya Ewropayê (YE) "forma dawîn" a lihevkirina nukleerî pêşkêş kir. Îranê jî destnîşan kir ku wê "nêrînên din" pêşkêş kirine.

17`ê Tebaxê Îsraîlê ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk bi Tirkiyê re ragihand.

18`ê Tebaxê artêşa Fransayê piştî vekişîna ji Maliyê ragihand ku wê 3 hezar leşkerên xwe li herêma beravê hiştine.

22`yê Tebaxê DYA û Koreya Başûr rahênanên hevbeş li dar xistin ku ji 2018`an ve ên herî mezin in.

24`ê Tebaxê li bakurê Etiyopyayê piştî agirbesta 5 mehan, şer di navbera Eniya Rizgariya Tîgray û hêzên hikumetê de dest pê kir.

28`ê Tebaxê Pakistanê ragihand ku di encama lehiyan de zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

29`ê Tebaxê Muqteda El Sadr dev ji karê siyasî berda. Alîgirên wî ketin qesra komarê. Di encama şerê bi komên alîgirên Îranê re, 30 kes hatin kuştin û 570 kes jî birîndar bûn. El Sedr 60 deqe dem da alîgirên xwe da ku xwepêşandanan rawestînin.

31`ê Tebaxê Rûsyayê şandina gazê bo Fransayê bi temamî rawestand.

SERHILDANA LI ROJHILAT Û ÎRANÊ, HIKUMETA EL DEBÎBE LIHEVKIRINEKE NÛ BI TIRKIYÊ RE ÎMZE KIR

16`ê Îlonê jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ku bi hinceta serê xwe baş nenixumandiye ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû destgîrkirin, li navenda ragirtinê hat kuştin. Di encamê de li Îran, Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê gel rabû ser pêyan.

18`ê Îlonê polîsên Tûnisê der barê doza şandina çeteyan ber bi Sûriyê û Iraqê ve, gazî rêveberên Tevgera El Nehdayê ya îxwanî kir ku di nav de Raşid El Genûşî û wezîrê berê Elî El Erîd heye.

23`yê Îlonê Rûsyayê ji bo tevlêkirina Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia, referandum li dar xist. Piştre di 30`yê Îlonê de tevlêkirina her çar herêmên Ukraynayê bo Rûsyayê ragihand.

3`yê Cotmehê, hikumeta El Debîbe têkildarî lêgerîna petrol û gazê bi Tirkiyê re îmze kir. Lê parlamentoya Lîbyayê, Misir û Yewnanistanê ev lihevkirin red kir.

5`ê Cotmehê Opec+ hilberandina petrol kêm kir da ku destekê bide nirxan. Washingtonê jî got hevalbendî bi Rûsyayê re ye.

8`ê Cotmehê Erebeyeke bombebarkirî li ser pira stratejîk a di navbera Rûsya û Qirimê de teqiya. Pûtîn jî got îstîxbarata Ukraynayê berpirsa êrişê ye.

11`ê Cotmehê Lubnan û Îsraîlê li ser xêzkirina sînorên deryayî lihevkirin îmze kir.

13`ê Cotmehê Piştî felcbûna siyasî, parlamentoya Iraqê Ebdullatîf Reşîd ji bo serokatiya welêt hilbijart ku wî jî Mihemed Şiya El Sûdanê ji bo avakirina hikumetê erkdar kir. Parlamentoyê jî di 27`ê Cotmehê de bawerî da hikumeta Şiya.

14`ê Cotmehê parlamentoya Tirkiyê qanûnek erê kir ku kesên li ser sosyal medyayê “agahiyên nerast belav dikin" werin girtin.

VALAHIYA SIYASÎ ALOZIYA LUBNANÊ KÛRTIR KIR, NETANYAHU VEGERIYA SER HIKUMETÊ

30`yê Cotmehê Mîşêl Ewn ji qesra serokatiyê derket û valahiya siyasî aloziyên Lubnanê kûrtir kir.

1`ê Mijdarê Lûtkeya erebî li Cezaîrê tevî tunebûna serokên gelek dewletan li dar ket.

2`yê Mijdarê aliyên şer li Etiyopyayê agirbest ragihand.

3`yê Mijdarê bloka bi serkêşiya Netanyahu di Knessetê de bi ser ket.

4`yê Mijdarê nakokiya di navber her du Koreyan de zêde bû.

6`ê Mijdarê civîna Cop-27 a avhewayê li Şermşêx ya Misirê bi tevlêbûna 200 dewletan dest pê kir.

10`ê Mijdarê Rûsyayê ferman da hêzên xwe ku ji Khersonê vekişin.

Li kolana Îstiklalê ya Taksîmê ya Stenbolê ya Tirkiyê teqînek çêbû û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 81 birîndar bûn.

14`ê Mijdarê lûtkeya G20’an li Endenozyayê dest pê kir.

29`ê Mijdarê Rûsyayê civîna bi DYA`yê re ya têkildarî peymana "New Start" heta demeke nediyar taloq kir.

5`ê Kanûnê artêşa Sûdanê û hêzên muxalefetê lihevkirina çarçoveyî îmze kir ji bo ku hikumeteke sivîl bê avakirin.

7`ê Kanûnê serokê Çînê li Erebistana Siûdî 3 lûtke li dar xistin; Siûd-Çîn, Kendav-Çîn û Ereb-Çîn.

8`ê Kanûnê parlamentoya Lubnanê cara 9`emîn di hilbijartina serokkomar de bi bin ket.

(fr,şx)

ANHA