Rûspiyên eşîrên Reqayê: Heta agahiyekê ji rêber Ocalan negirin em nasekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û helwesta CPT’yê şermezar kirin û got "Heta agahiyekê ji rewşa rêber Ocalan negirin, em ranawestin.”

Rûspiyên eşîrên Reqayê: Heta agahiyekê ji rêber Ocalan negirin em nasekinin
20 kanûn, 2022   00:42
REQA – ENES MIHEMED

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û nediyarkirina rewşa wî, şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê ji ANHAʹyê re axivîn.

ʹAZADIYA RÊBER OCALAN HEMÛ GELAN ELEQEDAR DIKEʹ

Ji rûspiyên eşîra El Mûsa Zahir, şêx Îbrahîm El Hadî anî ziman ku azadiya rêber Abdullah Ocalan hemû gelên herêmê eleqedar dike û got: "Her tim em banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin. Azadiya rêber Ocalan hemû gelên herêmê, bi taybet gelên bakurê Sûriyê eleqedar dike. Rêber Ocalan ji bo azadiya gelên herêmê azadiya xwe feda kir, berdêla vê azadiyê revandina wî û îzolekirina wî ji cîhanê bû."

Şêx Îbrahîm El Hadî helwesta CPT’yê ya ku tu daxuyanî li ser rewşa wî nedan, şermezar kir û wiha domand: "Em bi hemû hêza xwe, dengê xwe û deng gelê bakurê Sûriyê bi her helwestekê re ne ku rewşa Rêbertî eşkere bike û azadiya wî mîsoger bike."

Şêx El Hadî diyar kir ku Tirkiyê şerê tevahî gelan dike û azadiya wan asteng dike û got: "Dewleta Tirk şerê gelên herêmê dike û bi girtina rêber Abdullah Ocalan re azadiya gelan asteng dike. Em ê ranewestin û radest nebin heta ku rewşa tenduristiyê ya Rêbertî were eşkerekirin û azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin."

Şêx Îbrahîm El Hadî her helwesteke ku azadiya rêber Abdullah Ocalan asteng dike û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere nake, şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em şopdarên xeta rêber Ocalan in, rewş çi dibe bila bibe em dev ji fikrên wî bernadin."

ʹTÊKILDARÎ TECRÎDKIRINÊ EM HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ YA DIYAR DIXWAZINʹ

Rûspiyê eşîra El Welda, Yûsif El Eseed da zanîn ku Tirkiyê tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û got: “Rêber, ronakbîr û fîlozofê mezin di odeyeke biçûk de hatiye tecrîdkirin.”

Şêx Yûsif El Eseed bi domdarî got: "Em tu agahiyan li ser rewşa rêber Ocalan nizanin. Çima Tirkiyê tecrîdê li ser vî semboleke cîhanê ferz dike? Ji ber ku fikrê wê plan û çavnebariyên wan ên li cîhanê tune dike."

Şêx El Eseed bal kişand ser mafê hêviyê jî û pirsî: "Ji ber zilma ku li ser rêber Abdullah Ocalan tê kirin hûn kanîn? Em dixwazin tevahî dewlet helwesteke zelal der barê doza tecrîdkirina Rêbertî de nîşan bide. Em bang li hemû dewlet û rêxistinên navneteweyî dikin ku li kêleka daxwaza me ya serbestberdana rêber Abdullah Ocalan bisekinin. Em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê bang dikin ku bila destûr bê dayîn ku hiqûqnas û parêzer serdana rêber Abdullah Ocalan bikin, rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

ANHA