​​​​​​​'Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ têk bir, wê dewleta Tirk jî têk bibe'

Rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê piştrast kir ku yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ'ê têk bir. Her wiha destnîşan kir ku ew dê têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk bidomînin.

​​​​​​​'Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ têk bir, wê dewleta Tirk jî têk bibe'
19 kanûn, 2022   04:32
DÊRAZOR-SAMIR EL EZÎZ

Dewleta Tirk êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, her wiha armanc jê ew e ku şêniyan koçber bikin û herêmên din dagir bikin.

Têkildarî wê, rûspî û şêxên eşîrên rojhilatê Dêrazorê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, bêdengiya navneteweyî bi taybet hikumeta Şamê li hember êriş û sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî şêniyan, şermezar kir.

/kr/uploads/files/2022/12/18/194129_-.webp

Elî El Welî yek ji rûspiyên êla El Rawîn ê bajaroka El Bû Bedran e diyar kir ku şêniyên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk li ser ax û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên maf û azadiya wan şermezar kir.

El Welî lê zêde kir ku dewleta Tirk hewl dide ku aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike, di gel ku hilbijartin nêzîk bûne, AKP`ê hewl dide ku alîgirên xwe vegerîne da ku xewnên xwe yên mêtinger li herêmê, pêk bîne.

El Welî bal kişand ser ku dewleta Tirk idîa dike ku şerê terorê li bakurê Iraq û Sûriyê dike, lê belê ew hewl dide ku derbasî nav herêmên her du welatan bibe, şêniyan bitirsîne û wan koçber bike û herêmên wan desteser bike.

El Welî destnîşan kir ku dewleta Tirk binsazî, avahiyên xizmetguzariyê, dibistan, malên welatiyan, avahiyên olî, cihên dîrokî dike hedef û hewl dide ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser zext bike da ku serî li ber daxwazên wê bitewîne.

El Welî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê tê bikoşin û dewleta Tirk têk bibin mîna ku bi hevgirtin û îsrara xwe rêxistinên terorîst têk birine.

/kr/uploads/files/2022/12/18/194111_-_1.webp

Rûspiyê eşîra El Merasme yê Baxozê Zîb Dawûd destnîşan kir ku tevahî eşîrên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li kêlka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember êrişên dagirkeriya Tirk disekinin.

Dawûd da zanîn ku ew parçeyek ji Sûriyê ne û dev ji xwîna şehîdan bernadin û dê têkoşîna xwe bidomînin, şerê terorê bikin û hemû ajandeyên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Dawûd diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorê şer kir û bi ser ket, herêmê rizgar kir û DAIŞ ji Heleb heta Baxozê têk bir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her wiha QSD`ê zêdetirî 11 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndar di oxira serkeftin û azadiyê de, da.”

Dawûd di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê tê bikoşin heta ku bi ser dikevin û dagirkeriya Tirk têk dibin.

(dm)

ANHA