Endamên PYD’ê û şêniyên Minbicê helwesta CPT’ê şermezar kir

Endamên PYD’ê ya Reqayê û şêniyên Minbicê tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û helwesta CPT’ê rexne kir û ew wek hevkara dewleta Tirk a dagirker bi nav kir.

Endamên PYD’ê û şêniyên Minbicê helwesta CPT’ê şermezar kir
19 kanûn, 2022   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike û bi armanca tunekirina fikrê wî, wî ji mafên rewa bêpar dihêle. Di vê dawiyê de CPT serdana Îmraliyê kir, lê belê tu agahî der barê vê serdanê de eşkere nekir û tu daxuyanî neda, li hember vê kiryarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên hişk nîşan dan.

/kr/uploads/files/2022/12/18/193746_-.webp

Têkildarî mijarê, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Reqayê Ebîr El Xelîl got: “Tecrîda ku 23 sal in li ser rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn, bi armanca binpêkirina mafan e.”

Ebîr wiha domand: “Tirkiyê ne tenê tecrîdê li dijî rêber Ocalan pêk tîne, ew her wiha daxwazên parêzeran ên eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî jî red dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebîr Xelîl destnîşan kir ku partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û azadiya wî fîzîkî pêk bînin.

/kr/uploads/files/2022/12/18/193647_-.webp

Endama Meclisa Jinan a Giştî ya PYD’ê Rîm Îdrîs got: “Em kiryarên tund ên li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de şermezar dikin û banga şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin.”

Rîm her wiha got: “Divê rêxistinên hiqûqî yên li seranserî cîhanê li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan helwesteke cidî bigirin.”

/kr/uploads/files/2022/12/18/193853_-.webp

Girêdayî heman mijarê, welatiya bi navê Nisrîn El Elî ya ji Minbicê wiha axivî: “Em bi saya projeya projeya neteweya demokratîk ku ya rêber Ocalan e, dijîn û herêmên me bi saya fikrê wî hatin rizgarkirin. Ev yek jî li xweşiya dewleta Tirk a dagirker nayê; ji ber wê ew ji aliyekî tecrîdê giran dike, li aliyekî din jî herêmê hedef digire û aramiya wê têk dibe.”

Nisrîn wiha domand: “Em bêdengiya CPT’ê û xwedîdernektina li erkên xwe şermezar dikin.”

/kr/uploads/files/2022/12/18/193834_-.webp

Her wiha, welatiyê bi navê Mihemed Husam ê ji Minbicê helwesta CPT’ê ya ku dikeve berjewendiya dewleta Tirk a dagirker, şermezar kir.

Nivîsgeha Serdemê ya Hiqûqî di 29’ê Mijdara borî de da zanîn ku di dema serdana CPT’ê ya ji bo Îmraliyê de, wê bi rêber Ocalan re hevdîtin pêk neanî, her wiha nivîsgehê ev wek tiştekî biguman da nasîn.

Mihemed Husam diyar kir ku gengaz e rêber Ocalan hevdîtina bi CPT’ê re red kiribe, ji ber ku ew bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e.

/kr/uploads/files/2022/12/18/193714_-.webp

Jina ciwan a bi navê Şêrîn Ehmed jî got: “Em tecrîda ku dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan pêk tînin, bi tundî şermezar dikin. Armanca wan ji tecrîdê ji bo herkesî berçav e, ew jî rêgirtina li ber fikrê rêber Ocalan e.”

Şêrîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelên ku bi projeya neteweya demokratîk bawer kirine, banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin, ji ber ku di fikrê wî de çareseriyên gelek pirsgirêkên girêk ên herêmê û seranserî cîhanê tên dîtin.

(mh)

ANHA

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/uPqe2xvZpYc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>