​​​​​​​Hêzên dewleta Îranê kesekî din qetil kir

Welatiyê bi navê Mihemed Hacî Resulpûr li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû girtin. Hate zanîn ku îşkence lê hatiye kirin û rakiribûn nexweşxaneyê. Mihemed Resulpûr ji ber îşkenceya giran îro jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Hêzên dewleta Îranê kesekî din qetil kir
19 kanûn, 2022   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike. Heya niha bi sedan kes hatine qetilkirin, bi hezaran kes jî hatine destgîrkirin û aqûbeta gelek kesan jî nayê zanîn.

Li gorî agahiyan, di 23’yê Mijdarê de welatiyê bi navê Mihemed Hacî Resulpûr ê ji Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îranê ve di dikana xwe de hate destgîrkirin.

Hate diyarkirin dema Mihemed Resulpûr tê binçavkirin, hêzên Îranê îşkenceyê lê dikin û rewşa wî giran dibe. Ji ber wê jî di 13 Kanûnê de radikin nexweşxaneyeke Bokanê.

Li gorî agahiyan, Mihemed Resulpûr îro danê sibê ji ber îşkenceya giran li nexweşxaneya Qul a Bokanê jiyana xwe ji dest daye.