Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir

Bi dehan şêniyên Şedadê cenazeya şervanê QSD'ê Etiye El Dewas li goristana şehîdan a ‎Şedadê oxir kir û got ew ê rêya şehîdan bişopînin. ‎

Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
Şêniyên Şedadê şehîd Etiye El Dewas oxir kir
26 mijdar, 2022   14:18
HESEKÊ ‎

Bi dehan şêniyên Şedadê cenazeya şervanê QSD'ê Etiye El Dewas ku di encama ‎bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî kampa Holê ya 23'yê Mijdarê de şehîd bûbû, li goristana ‎şehîdan a Şedadê oxir kir.‎

Kerwana oxirkirinê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê dest pê kir û ber bi ‎goristana şehîdan dewam kir. Li goristana şehîdan bi toraneke leşkerî dest bi merasîmê hate kirin. ‎Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Zehra El Ehmed pesna rola şehîdan da û ‎got: "Her roj ew şehîdekî ji Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) oxir dikin da ku gelê herêmê bi rûmet ‎bijîn."‎

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên axivî û soz da şehîdan ku rêya wan ‎bişopînin û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye biparêzin. ‎

El Hisên piştrast kir ku berxwedana gel li hember dagirkeriyê serkeftineke mezin bi dest xist ‎û şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye xist nava rûpelên dîrokê.‎

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Eyat Îbrahîm wesîqeya şehadetê xwend û ‎radestî malbata şehîd kir.‎

(dm)

ANHA