Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne

Federasyona Birîndarên Şer êrişên artêşa Tirk a dagirker ên liser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û desteka xwe ji QSD′ê re nîşan da.

Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
Federasyona Birîndarên Şer: Em ji bo bersivdana êrişan amade ne
26 mijdar, 2022   14:51
HESEKÊ

Federasyona Birîndarên Şer a Şehdadê bi xwepêşandanekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û desteka xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da.

Di xwepêşandanê de endamên Federasyona Birîndarên Şer a Şedadê ya Hesekê, şêniyên navçeyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêş avahiya Meclisa navçeya Şedadê dest pê kir, tê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD′ê, TEV-DEM, Kongra Star û pankartên"Em xwediyê xakê ne, Erdogan kujer e, divê were cezakirin" û "Em dagirkeriyê têk bibin, nirxên şoreşa xwe biparêzin" hildan.

Xwepêşandan li kolanên sereke yên navçeyê geriya û li Qada Parka Rêbertî vegerî mîtîngê. Li wir endamê Federasyona Birîndarên Şer Laliş Êzidî axivî û wiha got: "Em amade di eniyên pêş de parastina xaka xwe bikin."

Êzidî wiha domand: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryar şerê şoreşgerî û berxwedana azad daye û em ê şoreş û xaka xwe biparêzin."

Êzidî bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û li kêlek QSD′ê bisekinin.

Xwepêşandan bi diruşmên"Berxwedan jiyan e", "Bê serok jiyan nabe" û"Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.

(fr)

ANHA