Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin

Şêniyên Til Hemîsê cenazeyên 5 şervanên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn oxir kirin û soza şopandina rêya wan heta têkbirina dagirkeriya Tirk da.

Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Til Hemîsê 5 şehîdan oxir kirin
26 mijdar, 2022   14:05
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyênTil Hemîs û gundên wê ji bo oxirkirina cenazeyên 5 şervanên ku di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a navçeyê kom bûn.

Navên şehîdan wiha ne; şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hisên Ehmed Dawûd (Lorens Metlûte), Fehid Racid Hedmol (Sîwar Xesan), Ebdulcelîl Beha Mihemed (Ciwan Hol) û Newaf Fewaz Xelîl (Elîşêr) ku li Kampa Hol di 23’ê Mijdarê de şehîd bûbûn û şervanê Hêzên Erk Xweparastinê Selmo Mihemed Deham ku li navçeya Dêrikê di 22’yê heman mehê de şehîd bûye.

Di destpêka merasîmê de yek ji fermandarên QSD’ê Xalid Îsa destnîşan kir ku hemû hêzên împeryalîst ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bûn yek, lê belê bi saya fedakariya şehîdan ew bi bin ketin.

Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze Ehmed wiha axivî: “Em sersaxiyê ji xwe re û ji malbatên şehîdan ên Til Hemîsê re dixwazin ku wan ji bo parastina xak û gelê herêmê asta şehadetê bi dest xist."

Her wiha, endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên Til Hemîsê Ebdulselam Casim got: “Beşdariya bi sedan kes di merasîma oxirkirina şehîdên azadiyê de nîşan dide ku gelê me xwedî îsrar e û peyameke zelal ji dijminên vî gelê re dide diyarkirin ku em xwediyên vê xakê ne û tu carî dev jê bernadin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed Ebawî ve hatin xwendin û ji bo malbata şehîdan hatin radestkirin.

Piştre cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.

(mh)

ANHA