Projeya zîftkirina rêyan bi dawî bû

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser projeya zîftkirina rêyan a îsal bi dawî kir.

Projeya zîftkirina rêyan bi dawî bû
20 mijdar, 2022   03:15
REQA – EHMED EL ESA

Ji destpêka Tîrmehê ve Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sererastkirin û zîftkirina rêyan kar da destpêkirin. Ji bo peydakirina pêdiviya herêmê ji zîftê, parzûngehek li bajarê Hesekê hate avakirin.

Desteyê qonaxa duyemîn a zîftkirina rêya Ebyed-Ebyad a ku ji Reqayê diçe Hesekê bi dawî kir û 155 kîlometre rê hat zîftkirin. Her wiha rê 4 metreyan fireh kir. Bi vê yekê firehiya rê bû 12 metre. Di heman demê de rêya Beko-Hetîn ku dirêjahiya wê 16 kîlometre ye, hate zîftkirin.

Desteyê her wiha rêya Um Celûd a bajarê Minbicê ku dirêjahiya wê 14 kîlometre ye, zîft kir. Di heman demê de rêya Til El Simen Hezîme ya gundewarên bakur ê Reqayê, bi dirêjahiya 12 kîlometre, hate çêkirin. Zîftkirina 2 qatan bi dawî bû û qata sêyem jî dê sala bê were temamkirin.

Ji bo kêmkirina qerebala çûn û hatinê li Reqa û gundewarên wê yên rojhilat, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê rêya Marûda ya gundewarên rojhilatê Reqayê zîft kir. Ew rê ji bo erebeyên giran û tankerên sotemeniyê tê bikaranîn. Wekî qonaxa yekem rê bi dirêjahiya 34 kîlomereyan hate zîftkirin. Qonaxa duyemîn a zîftkirina rê dê sala bê were temamkirin.

/kr/uploads/files/2022/11/19/193817_-.webp

Endamê Beşa Teknîk a Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Îhab El Hamid diyar kir ku wan di destpêka Tîrmehê de dest bi projeyên zîftkirina rêyan ên sala 2022'yan kiriye.

El Hamid got di nava projeyên girîng ên îsal de wan beriya 3 mehan projeya rêya Dêrik-Qamişlo dan destpêkirin û wiha pê de çû: "Ev proje mîna projeya rêya Ebyed a bi dirêjahiya 100 kîlometreyan e û dê li kêleka rêya kevin bi firehiya 14 metreyan be. Her wiha dê li kêleka rê pir bên çêkirin. Piştî temamkirina hemû xebatên bingehîn di sala bê yan jî sala piştî wê de, wê danîna qîrê bê destpêkirin."

Der barê miqdara qîrê de ku Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê bi kar aniye, El Hamid wiha got: "Di projeyên ku ji aliyê desteyê ve hatin pêkanîn de, mîqdara qîrê ya ku ji wan re hatiye veqetandin, 175 hezar metrekab e û 250 hezar metrekab li rêveberiyên sivîl û xweser ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin belavkirin."

El Hamid wiha lê zêde kir: "Projeya parzûngeha bitumen a şil a li Hesekê xwedî girîngiyeke mezin bû ku di firehikirina qada rê de rol lîst û rêjeya serkeftina wê bi kalîteyeke bilind ji sedî 90 hate texmînkirin. Me 25 hezar ton madeya bitumen pêşkêşî rêveberiyên sivîl û xweser ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

El Hamid diyar kir ku bo her rêveberiyekê kargeheke qîrê heye, her wiha kargehên taybet jî hene wekî Şîrketa El Şemal.

Îhab El Hamid îşaret pê kir ku Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyên şopandin û çavdêriya projeyên zîftkirina rêyan û  xebatên kargehên qîrê ava kirine.

(hs)

ANHA