Ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê ciwanên Kobanê li qadê bûn

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê derketin xwepêşandanê û piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û tundiya li ser jinan şermezar kir.

Ji bo piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê ciwanên Kobanê li qadê bûn
19 mijdar, 2022   18:52
KOBANÊ

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya meclisa kantona Kobanê dest pê kir û ber bi qada Jina Azad  ve dewam kir. Her wiha bi dehan ciwan beşdar bûn û siloganên "Bijî berxwedana Rojhilat" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

/ar/uploads/files/2022/11/19/170944_fryaz-tmy.webp

Rêvbera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firat Firyaz Timî got: “Têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistan bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Em şahid in ku fikrê desthildar têk çû û tundiya li ser jinan qels bû. Her wiha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dê rê li ber vê tundiyê bigire û jinan bighîne azadiya wê.”

Firyaz wiha domand: “Dijmin ji jinan ditirse ji ber wê êrişî wê dike da ku rê li ber bigire ku bighêje azadiya xwe û rola wê di rizgariya Kurdistanê de asteng bike, ji ber vê yekê jinan dike hedef.”

Jinên ciwan li pêşiya wêneyên têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistan ku şehîd bûne, mûm vêxistin.

(dm)

ANHA