​​​​​​​Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; çeka siyasî ya Firqeya 4`an

‘Firqeya 4`an’ dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Meclisa her du taxan diyar kir ku dorpêç di destê hikumeta Şamê de çekeke siyasî ye û dixwaze pê tevliheviyê derxe. Şêniyên her du taxan jî berxwedana xwe didomînin.

​​​​​​​Dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; çeka siyasî ya Firqeya 4`an
20 mijdar, 2022   00:05
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji ber dorpêça ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê li ser taxan ferz kiriye, bi fikar in.

Li gorî deverên din ên Helebê, rewşa aborî li her du taxan baştir e. Lê ji 20`ê Tebaxa 2020`yan de dorpêç li ser heye. Bi bi zivistanê re dorpêç girantir dibe û Firqeya 4`an nehêle sotemenî û pêdiviyên bingehîn ên şêniyên derbas bibin.

Ji ber dorpêçê, heta niha sotemenî li şêniyên her du taxan nehatiye belavkirin. Her wiha Firqeya 4`an nêzî 4 salan e dorpêçeke giran li ser koçberên Efrînê yên di kampên li kantona Şehbayê ferz dike.

Dorpêça li ser tacên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bandorê li warên xizmetguzarî û tenduristiyê dike.

Di encama dorpêçê de, saetên dayîna kehrebeyê jî kêm bûne. Xwediyên jeneratoran ji ber nebûna sotemeniya pêwîst, neçar mane saetên dayîna kehrebeyê kêm bikin ku berê saet 18:00`an heta nîvê şevê bû û niha ji saet 18:00`an ve heta saet 23:00`an e. Lê hişyarî hene ku ev saet kêmtir bibin.

Dorpêçê bandor li gelek projeyên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî kir. Gelek proje heta demeke nediyar rawestiyan.

Tenê firin û nexweşxaneya yekane ya li Şêxmeqsûdê xizmetê dike, dîsa jî xebitandina wan bi depokirina mazotê ve girêdayî ye.

Li gorî Yekitiya Hilberîneran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, di encamê dorpêçê de hezar û 300 werşe û kargeh bi rêjeya ji sedî 70 rawestiyane (hezar û 300 werşeyên dirûnê û 10 kargehên betarî, çêkirina mast û bûz û 10 kargehên boyaxkirina cilan).

/kr/uploads/files/2022/11/19/194057_-.webp

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî ji ajansa me re got: "Firqeya 4`an a hikumeta Şamê, bi rêya dorpêçê şêniyên her du taxan şantaj dike. Ev dorpêç ne girêdayî sotemenî ye lê belê mijareke siyasî ye."

ANHA’yê bi dîmen liv û tevgera endamên Firqeya 4`an li ser bendên kontrolê yên bi her du taxan re şopandin.

‘MIJAR NE TENÊ DORPÊÇ E’

El Şiblî wiha domand: "Firqeya 4`an, yek ji baskên hikumeta Şamê û Îranê li herêmê ye. Em di serdema 21`an de, hîna jî hişmendiyên paşverû gelan dorpêç dikin. Ev fikrê ku hikumeta Şamê ji 50 salan ve dimeşîne, heta şêniyên her du taxan jê nefilitîn."

Li gorî El Şiblî armanca ji dorpêçê; kuştina jiyanê û giyanê şoreşgerî yê şêniyên her du taxan e û ev li gotinên xwe zêde kir: Hikumeta Şamê qaşo bi vê rêbazê şêniyên her du taxan ceza dike. Heke sotemenî nemîne, karker jî namînin û dê jenerator rawestin.

El Şiblî bal kişand ser bandora dorpêçê li ser qada tenduristiyê û got: Nexweşxaneya yekane ku dermankirinê ji şêniyên her du taxan re pêşkêş dike, dê di encama vê dorpêçê de raweste û dê jiyana nexweşan bikeve xetereyê.

Der barê armanca hikumeta Şamê ji siyaseta li dijî gelên her du taxan dimeşîne de El Şiblî got: Hikumeta Şamê bi vê dorpêçê dixwaze şoreşa jiyana azad, tevlêkirina jinan tê de, derxistina nakokiyê di navbera pêkhateyan de pêk bîne.

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

/kr/uploads/files/2022/11/19/194121_-.webp

Welatiya bi navê Mizgîn Îbrahîm a ji taxa Şêxmeqsûd têkildarî mijarê wiha axivî: Firqeya 4`an her tim bi ferzkirina dorpêçê pirsgirêkan ji me re çêdike.

Mizgînê got: “Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên pêwîst ên zivistanê mîna sotemeniyê derbasî taxê bibe. Li vir, zarok, temenmezin û nexweş hene. Pêwîstiya wan bi mazotê heye.”

Mizgînê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bînin cih û rê li pêşiya kiryarên Firqeya 4`an bigirin û got: “Pêkhateyên cuda li taxê dijîn. Zirar digihêje hemûyan. Divê hikumeta Şamê dev ji vê siyaseta xwe berde.”

Mizgînê diyar kir ku ew ê li hember van kiryaran li ber xwe bidin.

‘GELO FIRQEYA 4`AN QEBÛL DIKE KU ZAROKÊN WAN DI SERMAYÊ DE BIN?’

/kr/uploads/files/2022/11/19/194023_-.webp

Welatiya bi navê Elîf Reşîd ku li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dimîne, got: “Zivistan nêz e lê heta niha mazot tune ye. Em vê dorpêçê red dikin.”

Elîfê wiha berdewam kir: “Gelo çima Firqeya 4`an dorpêçê li ser taxan ferz dike û nahêle sotemenî derbasî wan bibe. Gelo qebûl dikin ku zarokan wan di zivistanê de di nav sermê de bin? Çima wisa dikin? Jiyan dê li taxê raweste heke dorpêç berdewam bike. Firin, jenerator dê rawestin. Jixwe ji ber dorpêçê, saetên dayîna kehrebeyê kêm bûne.”

‘EM Ê LI HEMBER WAN SIYASETAN BISEKININ’

/kr/uploads/files/2022/11/19/194040_-.webp

Şêniya bi navê Sedîqa Îbo got: “Ji dorpêçê armanc dikin tevliheviyê çêkin. Em nahêlin ew bigihêjin armanca xwe. Em ê li hember siyasetên bi vîna xwe mîna her carê li ber xwe bidin.”

Sedîqa nerazîbûna xwe li hember bêdengiya rêxistinên mafên mirovan anî ziman û got: “Ev rêxistin erkên xwe bi rêk û pêk neynin cih. Dorpêç li ber çav û guhê wan çêdibe, lê bê deng in.”

(şx)

ANHA