​​​​​​​Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dewam dike

Di roja 8ʹemîn a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê panelek li ser rewşa ragihandina guhdarî li Rojava, hat lidarxistin, helbest hatin xwendin û şanoyek hat pêşandan.

​​​​​​​Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dewam dike
18 mijdar, 2022   19:26
QAMIŞLO

8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), bi beşdariyeke balkêş a kesayetên rewşenbîrî, hunerî û siyasî didome.

Di roja 8ʹan de panelek bi navê “Rewşa radyoyên xwecih ên li Rojava” hat lidarxistin. Panel ji aliyê rojnamevan Xelef Meo, Amir Murad û Xoşman Qadir ve birêvebirin.  Di panelê de rewşa radyoyên xwecih ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê dikin û zehmetiyên ku li pêşiya xebatên wan derdikevin hat nirxandin.

Beşdaran jî rêbazên çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina radyoyan nîqaş kirin.

/ar/uploads/files/2022/11/18/181524_1-28129.webp

Piştre helbestvan Dilyar Hebîb, Diyala Elî, Rûken Silo, Rinîstir Mêrza, Ebdulhelîm Ehmed Lawî, Lorî Tildarî û Kêlad Xezale helbest xwendin.

Di dawiyê de şanoger Şevzan Mehmûd şanoyek bi navê "Ji bo welat" pêşkêş kir. Şano bi rêbazekî komîk pirsgirêk civakî vedibêje.

Tê payîn ku Mîhrîcana Rojava wê 20ʹê Mijdarê bi belavkirina xelata afrîneiyê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA