Lêkolîner Kerem Seîd: Armanca Tirkiyê parçekirina herêmên Kurdan e

Lêkolîner Kerem Seîd diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê armanc dike dagirkirina herdu herêman mayînde bike û herêman Kurdan ji hev qut bike.

Lêkolîner Kerem Seîd: Armanca Tirkiyê parçekirina herêmên Kurdan e
19 mijdar, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Lêkolîner Kerem Seîd diyar kir ku israr û destwerdana Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê yan Başûrê Kurdistanê girêdayê gelek armancan ku dixwaze pêk bîne û got: ʹʹArmanca yekemîn ew e ku herêman Kurdan çi yên li bakurê Iraqê bin  an jî yên bakurê Sûriyê bin ji hev qut bike, armanca din jî dixwaze van êrişan di qada navxweyî ya Tirkiyê de bi kar bîne, nemaze ku nêzî hilbijartinên çarenûsî bûye ku dê sala 2023ʹyan werin lidarxistin. Armanca sêyemîn jî ew e ku hebûna xwe li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê xurt bike û misoger bike."

/kr/uploads/files/2022/11/18/184153_-.webp

Kerem Seîd destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide sûdê ji rewşa herêmî û navneteweyî, mijûlbûna Rûsya bi aloziya Ukraynayê û mijûlbûna DYAʹyê bi aloziya bi Çînê û Taywanê bigire û wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji nakokiyên Erebistana Sidûdî û DYAʹyê û mijlbûna cîhanê bi mijara eneriyê bigire da ku  êrişên xwe li dijî gerîlayên PKKʹê xurt bike û di encamê de gelek armancan bi cih bîne.ʹʹ

Lêkolîner Kerem Seîd bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî yên li hemberî kiryarên Tirkiyê û got: "Hiştina Tirkiyê bê hesab, negirtina helwesteke navneteweyî an jî herêmî li hemberî tevgerên wê yên li bakurê Sûriyê yan jî bakur Iraqê girêdayî mijulbûna hêzên herêmî û navneteweyî bi aloziyên din û pêşketinên aloziya Ukraynayê. Ev pirsgirêk zemîneke guncaw ji Tirkiyê re peyda dike da ku ji ceza û rexneyê têkildarî destwerdana wê yan tevgerên wê yên leşkerî yên li bakurê Sûriyê û Iraqê bifilite."

 (mh)

ANHA