​​​​​​​KNK`ê sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê sersaxî da malbatên kesên di teqîna li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re şîfa xwest.

​​​​​​​KNK`ê sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê
19 mijdar, 2022   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din li taxa Kaziwa ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji ber gaza xwezayî teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê ji malbatên kesên di teqîna li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest daye sersaxî xwest û ji birîndaran re şîfa xwest.

KNK’ê diyar kir ku bûyerek mezin û dilêşe. KNK’ê ji aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo bûyerên wiha dubare nebin tedbîrên hûr û yasayî bigirin.