Pêkhateyên Kurd û Ereb: Bêyî rêber Ocalan jiyan nabe

Pêkhatiyên Kurd û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û tekez kir ku ew ê ji bo mayîndekirina projeya neteweya demokratîk û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Pêkhateyên Kurd û Ereb: Bêyî rêber Ocalan jiyan nabe
18 cotmeh, 2022   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sala 25`an de bi rêbazên cuda mîna êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi rêya operasyonên qirkriina siyasî li Bakurê Kurdistanê dewam dike.

Li hember komployê, li herêmên cuda yên cîhanê bi armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn berdewam dike. Gelek kes hemfikir in ku projeya li Bakur û Rojhilatê Sûryiê ya xwe dispêre fikrê neteweya demokratîk yek ji rêbazên têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye.

Têkildarî mijarê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarê wê Cûma Heyder wiha axivî: “Dema ku rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk  pêşniyar kir, pîvan û rêgezên ku li ser bê avakirin hebûn.”

Cûma Heyder destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di radeya yekemîn de ji bo tunekirina firkirê rizgariyê bû ku bi rêya projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser hat pêşaniyarkirin û wiha domand: “Bi vî fikirî mafên hemû pêkhateyên herêmê tê misogerkirin, nîjadperestî tê bidawîkirin, şerê rejîma kapîtalîst tê kirin û edalet û wekhevî ji bo her kesê tê misogerkirin.”

Her wiha tekez kir ku şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê wateya ronîkirina fikrê gelên herêmê, lewma sîstemên paşverû yên li herêma Rojhilata Navîn vî fikirî qebûl nakin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarê wê Cûma Heyder wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tiştê ku divê bê bibîrxistin, hevgirtina nîştimanî ya li ser esasê neteweya demokratîk e. wekî hemû pêkhateyên herêmê, em çiqas nêzî hev bin û destekê bidin hev û din, em ê bibin hêzeke bêhempa û dê kes nikaribe me tune bike, em ê armancên xwe jî pêk bînin.”

Kesayeta welatparêz Sebrî Mehmûd jî ku cara yekê di sala 1985’an de li Beyrûtê rêber Ocalan dîtiye, destnîşan kir ku komplo ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye sazkirin.

Têkildarî komploya navneteweyî ya li djiî rêber Ocalan de, Mehmûd wiha got: “Komplo ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat, lê dewletên mezin ên cîhanê jî beşdarê bûn. Destê hin hêzên kurdî jî tê de heûb, armanc ew bû ku di kesayeta rêber Ocalan rastiya gel ji holê rakin.”

Mehmûd bang li gelê herêmê kir û got, "Li hemberî zordestan bibin yek û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan. Ji ber ku azadiya rêbertî azadiya her kesê ku di bin zilmê destpotan de ye."

Rûspiyê eşîra El Dixêvic a li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê Ebdulrehman El Dixêvic wiha axivî: “Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewama komploya li dijî rêbertî ye.”

El Dixêvic li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirniên dewleta Tirk a dgirker ev pirs kir: “Gelo bi vî rengî erê dikin, yan jî nikarin li hember Tirkiyê bisekinin. Ev dewleta ku hemû sûcên hov li dijî gelên herêmê pêk anîn û hemû rêbazên terorê meşandinEl Dixêvic wiha dewam kir: “Em wê yekê bi tundî şermezar dikin. Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe çareseriya herî guncaw ji bo hemû pirsgirêkên li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn pêşniyar kir û projeyeke demokratîk ku mafên gelên herêmê bi reng, mezheb û çanda xwe misoger dike pêşkêş kir."

 

Yehya El Elî yê ji şêniyên bajarokê Hecînê jî got: “Ji dema ku rêbertî di 1999`an de hatiye revandin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tecrîdeke girankirî li ser tê  ferzkirin, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re hatiye qedexekirin û ew ji mafên sereke tê bêparhiştin, her wiha cezayên neqanûnî li ser tên ferzkirin. Ev jî berdewamiya komployê ye.”
El Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vî tiştî bi tundî şermezar dikin. Rêber Ocalan bi fikirê xwe çareya herî guncaw ji bo hemû pirsgirêkên li cîhanê û Rojhilata Navîn bi taybet pêşniyar kir û projeyeke demokratîk ku mafên hemû gelên herêmê misoger dike pêşkêş kir.”

Dayika bi navê Fatima Hesen a ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî ku di sala 1995’an de cara yekemîn bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ev tişt gotin: “Rêber Ocalan behsa zilm û koletiya ku sîstema kapîtalîst ferz dike, dikir. Her wiha ji bo xilaskirinagel ji zilmê, dema ku me serdana malên welatparêzan dikir, çareserî pêşniyar dikirin.”

Fatima diyar kir ku rêber Ocalan her tim girîngî da azadiya jinê û naskirina rastiya wê ya dîrokî da ku bi hêz bibe û beşdsarî hemû warên dîplomatîk, leşkerî û aborî bibe.

ARMANCA KOMPLOYÊ QETILKIRIN Û QIRKIRINA KURDAN BÛ

Fatima dibêje: “Rêbertî çû Sûriyê, armanca wî ew bû ku fikirê xwe di nava gelên herêmê de belav bike. Wê demê li tevahî bajarên Sûriyê bi gel re civiya. Her wiha kesayetên welatparêz ku xizmetî vê şoreşê û dozê bikin, ava kirin.”

Fatima destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî fikrên rêbertî bû ku li Rojhilata Navîn belav bûbû û rejîma kapîtalîst wekî xeterî li ser xwe didît û wiha dewam kir: “Îsraîl, Tirkiye, Amerîka, Brîtanya û hin dewletên din xwestin rêber Ocalan birevînin, da ku Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û gelê Kurd tune bikin, anku serî ji laş qut bikin.”

Fatima Hesen daxuyand ku piştî dîlgirtina rêber Ocalan dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û hêzên gerîla yên li Kurdistanê dest bi siyaseta qirkirinê kir, lê li hember berxwedana gerîla têk çû û gel karîbû xwe bi rêxistin bike û xwe ji siyaseta qirkirin û înakarê biparêze.

Fatima Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir ku li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û wiha got: “Bêyî rêbertî jiyan nabe, ji ber ku ew rêberê aştî û demokrasiyê ye.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4-4660b8tQA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>