Şerê li herêmên dagirkirî; armanc û hesabên hundirîn û derve yên Tirkiyê

Têkildarî şerê di navbera komên çete de ku bi kontrokirina bajarê Efrînê ji aliyê çeteyên Heyet Terhrîr El Şam ve bi encam bû, nivîskar û siyasetmedar Selah Elemdarî got: "Ev yek bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye û têkiliya wê rasterast bi lihevkirinên ewlehiyê yên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de heye."

Şerê li herêmên dagirkirî; armanc û hesabên hundirîn û derve yên Tirkiyê
18 cotmeh, 2022   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Têkildarî şerê di navbera komên çeteyan de li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ku bi kontrokirina bajarê Efrînê yê dagirkirî ji aliyê çeteyên Heyet Terhrîr El Şam ve bi encam bû,  çavdêr diyar dikin ku ev şer bi teşwîqkirina dewleta Tirk a dagirker tê kirin û bi lihevirinên bi hikumeta Şamê re çeteyên "Heyet Terhrîr El Şam" ji Idlibê werin derxistin.

Li ser mijarê nivîskar û siyasetmedarê Kurd Selah Elemdarî ji ajansa me re axivî û got: "Hemû komên çi yên li Idlibê yan jî li Efrînê, li gelepmeriya bakurê Sûriyê dişibihin hev, dibe ku rêftar hinekî cuda bin, lê hemû ji yek malzarokê û yek baweriyê derketine.  Ev hemû komên çekdar kom bûne lê bêyî Tirkiyê nikarin tiştekî bikin. Tevahî bûyerên ku li bakurê Sûriyê didin bi fermanên dewleta Tirk e."

Selah Elemdarî îşaret pê kir ku di cewher de tu cûdahî di navbera van koman de tune ye û hemû ji aliyê mîrên şer ve tên birêvebirin û tu têlikiyên wan bi şoreşa Sûriyê û azadî û demokrasiyê ve tune ye û wiha lê zêde kir: "Dezgehên îstixbaratê yên herêmî ji deverên cûda kes anîne û wan wekî fermandarên van koman erkdar kirine, seferên sûrî yên ku ji artêşa Sûriyê veqetiyane hemû ji neçarî li kampan in an ji hatin tesfiyetkirin an jî di girtîgehan de. Hemû kesên ku van koman bi rêve dibin kesên ku îstîxbaratên herêmî ew anîne da ku sûdê ji wan bigirin. Beriya çend rojan Cebhet El Nusra ji bakur ber bi Efrînê ve berfireh bû. Ev yek bi fermana dewleta Tirk pêk hat û têkiliyên wê yên rasterast bi lihevkirinên ewlehiyê yên di navbera ewlehiya Sûriyê û ewlehiya Tirkiyê de re heye, ku hevdîtinên wan hîna qut nebûne."

Elemdarî diyar kir ku bêyî erêkirina Tirkiyê komên li bakurê Sûriyê nikarin tevbigerin û wiha pê de çû: "Eger Tirkiyê ji wan koman bi hêrs bibe wê tênê sînorê xwe li pêşiya wan bigire û dê ev kom bimirin. Hemû komên li bakurê Sûriyê bi rêya sînorê Tirkiyê nefesê dikşîne, dijîn û destekê digire. Bi wateyeke din; şertên Tirkiyê li ser tevahî van koman hene. Ev kom wekî kevirên şatracnê yên Tirkiyê. Tirkiyê ji ber gelek sedem û armancan Heyet Tehrîr El Şam ber bi herêmê ve şand."

ARMANC JI VAN GEŞEDANAN

Nivîsar Elemdarî ji bo van geşedanan gelek armanc destnîşan kirin û got: "Bi nêrîna min armanc ji kontrola Cebhet El Nusra ya li bakur ku bi fermana Tirkiyê pêk hatine gelek in. Yek; dewleta Tirk dixwaze komên ku nerazîbûn nîşan lihevhatina wê rejîmê re dane û ji ber helwesta nû ya Tirkiyê ya ku banga diyalogan bi rejîmê re dike, terbiye bike. Armanca dudyan; Tirkiyê dixwaze helwesta komên turkmanî, bi taybet ên wekî El Emşat û El Hemzat û komên din di nava qaşo artêşa nîştimanî de xurt bike û di encamê de Tirkiyê dixwaze van koman û niştecihên Tirkmen li herêmê bi cih bike. Armanca sêyemîn jî ew e ku şertê ku rejîma Sûriyê lê ferz kiriye dan ku daxwaza wê ya bajarê Idlib û başûrê wê pêk bîne. Ev tê wateya ku Cebhet El Nusra ya vê herêmê kontrol dike ber bi bakur ve bibe. Armanca çaremîn ew e ku komên li Efrînê an wê Cebhet El Nusra qebûl bikin û di bin al û qanûnên wê de bimînin an jî wê ji rojhlat ber bi Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ve birin, piştre dewleta Tirk dê wan di şerê li dijî QSDʹê bi kar bîne. Der heqê Cebhet El Nusra de jî, wê nêzî niştecihên kamp û koçberên ku bi darê zorê ji Efrînê koçberî kampên Şehbayê bûne bin. Ev yek wê xetereyekê li ser herêmê û niştecihên wê çêbike."

EFRÎN PÊKEVEK JI PROJEYA TIRKIYÊ YA ÎSLAHA ANADOLÊ YE

Çavdêr dibêjin ku yek ji armancên sereke yên şerê di navbera çeteyan de wêrankirina bajêr e da ku niştecihên mayî neçarî koçberiyê bibin, di encamê bicihkirina çete û malbatên wan an ku guhertina demografiya Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî hêsan bibe.

Der barê vê mijarê de nivîskar Selah Elemdarî ev nirxandin kir: "Di lêkolînên Tirkiyê de Efrîn xwedî cihekî stratejîk e û beşek ji pêkeva projeya Tirkiyê ya Îslaha Anadolê ye ku Tirkan beriya sed salî daye destpêkirin. Ji wê zêdetir xelkê Efrîn mîrat, ziman, adet û kevneşopiya xwe parastin û di demên dawî de gelek pêşketin pêk anîn. Şêniyên Efrînê xwe û alavên xwe yên çandiniyê pêş xisitin. Akademîsyen bin, an endizyar an jî bijîşk in behsa pêşketinên li Efrînê, projeyên wê yên pîşesazî û avahîsazî dikirin. Ji ber vê yekê dewleat Tirk naxwaze Efrîn ji Kurdan re bimîne, nemaze dema ku pêş dikve, lê belê dixwaze Efrîn tev li xaka xwe bike û nîşane û çanda Kurdan ji holê rake. Dewleta Tirk di sala 2018ʹan de bi siyaseteke plankirî Efrîn kir hedef, hewl dide her tiştên li Efrînê yên ku Kurdan ve girêdayî ye tune bike. Berfirehbûna Cebhet El Nusra ya li Efrînê di çarçoveyê vê yekê û armancên berê de pêk hat."

PROJEYA 'HERÊMA EWLE' JÎ DÊ MÎNA YÊN BERÊ TÊK BIÇE

Dewleta Tirk a dagirker her tim propagandaya "herêma ewle" dike, da ku penberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê dersînor bike û wan li van herêman di malên niştecihên resen ên ku hatine koçberkirin de bi cih bike.

Nivîskar û siyasetmedar Selah Elemdar li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Serokkomarê Tirk hîna herêma ewle xeyal dike û di dema têkiliyên xwe û civînên xwe yên di qada navneteweyî de yên  sala 2013 û 2015ʹan gelek projeyên bicihkirinê an jî avakirina herêmên ewle li Yekitiya Ewropayê, Erebistana Siûdî û gelek aliyên din ên navneteweyî pêşniyar kir. Baş tê bîra min dema di xîtabateke xwe de got, bi keda mirov, pisporiyên Tirkiyê û pereyên Ewropayê yên ji bo şoreşa Sûriyê wê herêmeke ewle ji bo sûriyên koçber ava bike. Ev proje ji aliyê Amerîka, Ewropa û Erebistana Siûdî ve hat redkirin, ji ber ku projeyeke ku bi demografiya erdîngariya herêmê dilîze. Erdogan dixwaze xelkên ku ji kûrahiya Sûriyê ve hatine koçberkirin li herêmên bakur bi taybet li herêman Kurd bi cih bike. Dixwaze demografiyaya gelemperiya xeta sînro bi dirêjahiya 920 kîlometreyan biguherîne. Ez dibêjim ku ev proje wê bi bin bikeve. Heger Erdogan pêşniyara vê projeyê dûbare dike ev yekê têkiliyên xwe bi hilbijartinên serokatiyê ve hene ku dê sala bê li Tirkiyê pêk werin. Koçberan jî ev proje qebûl nekirin, lê belê bang li Sûriyê li derve kirin ku vegerin herêmên xwe. Heman demê Rûsya jî projeya Erdogan red kir û bi hevkariya rejîma Sûriyê çawaniya vegera şêniyan li cihê xwe nîqaş kir. Ji ber vê yekê Tirkiyê daye pey rejîma Sûriyê da ku lihevkirinan pê re pêk bîne. Di wê baweriyê de me ku tevahî projeyên ku Erdogan ragihandine, çi herêma ewle be an guhertina demgorafî be an jî qutkirina beşin ji xaka Sûriyê wê bi ser nekevin, Li ser vê yekê beriya ku hikumeta Tirk 180 dereceyê li rejîma Sûriyê bizîvire û hemû xîtabên xwe yên berê û hemû sozên dane sûriyên belengaz û sûriyên ku xwe spartin Tirkiyê ji bîr bike, dev ji sozên xwe berda û li dû rejîma Sûriyê diçe da ku  lihev bike, ji ber ku ji bo Erdogan ev rêbaz çi ji aliyê madî û çi ji aliyê manewî ve lêçûna wê kêm e.ʹʹ

ANHA