​​​​​​​Rewşenbîran banga rabûna li dijî xiyaneta PDK’ê kir

Rewşenbîrên herêma Cizîrê destnîşan kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re hewl dide dîroka xwe ya qirêji veşêre û bang li rewşenbîrên Kurd kir ku rastiyê bigihînin cîhanê û li hember dijminên Kurdan rabin.

​​​​​​​Rewşenbîran banga rabûna li dijî xiyaneta PDK’ê kir
18 cotmeh, 2022   06:58
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re, di hedefgirtina kesayetên rewşenbîr û fermandarên pêşeng de, didomîne.

Ji Îlona borî de MÎT’a dewleta Tirk li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 5 kesên welatparêz qetil kirin ku herî dawî jî aktîvîst Nagîhan Akarsel bû ku li pêşiya mala xwe di 4’ê Cotmehê de hat hedefgirtin.

Ji bilî hedefgirtina sivîlan û kesayetên xwedî rol di Şoreşa 19’ê Tîrmehê û şerê li dijî DAIŞ’ê de, wek endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) yê ku12’ê Cotmehê di encama êrişeke hewayî de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî kampa Newroz a bakurê rojhilatê Dêrikê şehîd bûye.

Girêdayî mijarê, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdurehman Mihemed wiha axivî: “Derbeya herî mezin a li dijî gelê Kurd di şexsê rêber Abdullah Ocalan de bû ku hewl dan azadiya fikrî ya gelê Kurd tune bikin.”

Mihemed diyar kir ku hedefgirtina Nagîhan Akarsel berdewamiya planên dagirkeriya Tirk û PDK’ê yên qirkirina gelê Kurd e û got: “Hedefgirtina Nagîhan Akarsel berdewamiya siyasetên qirêjî yên dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê ye. Divê PDK baş bizane ku hedefgirtina kesayetên wiha hedefgirtina tevahiya gelê Kurd e.”

Mihemed wiha lê zêde kir: “Binpêkirinên ku PDK li dijî gelê Kurd pêk tîne û kirina Başûrê Kurdistanê mêtingeheke dagirkeriya Tirk ku kengî bixwaze xêr û berakata wê didize, eger ev tev ne xiyanet be, wê demê çi ye?”

Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Em baş dizanin ku berjewendiyên hevbeş li ser xaka Başûrê Kurdistanê di navbera PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker de hene, lê ev rewabûnê nade xiyanet û sîxurtiyê wê. Tevî bangên hêz û partiyên kurdî yên ji bo ku PDK ji rêya xiyanetê derkeve, lê dîsa ew di wê rêyê de didomîne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Ebdurehman Mihemed bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta malbata Barzanî rabe.

JI BO BERJEWENDIYÊN XWE GELÊ XWE QIR DIKE

Her wiha, endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Huseyne Ehmed wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker ne tenê rewşenbîr û welatparêzan dike hedef, lê belê bi bêdengiya PDK’ê ya li hember sûcên wê armanc dike gelê Kurd qir bike. PDK`ê ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne, xebatên pêwîst jê re pêşkêş dike da ku gelê wê qir bike.”

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE NAVENDA MÎT’A TIRK

Huseyne Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê veguhast navendeke îstixbaratê. Êdî me asta bangewaziyê der bas kir, êdî biryar ne bi destê PDK`ê ye lê belê bi destê dewleta Tirk e.”

Di dawiya axaftina xwe de, Huseyne Ehmed destnîşan kir ku planên PDK’ê dê negihîjin tu encaman, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê êdî van planên qirêj nas kirine.

Nivîskar Xalis Misewer jî têkildarî heman mijarê wiha axivî: “PDK dixwaze bi rêya hedefgirtina rewşenbîr û welatparêzan dîroka xwe ya qirêjî veşêre.”

Misewer wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan li her derê tune bike û PDK’ê jî di vê yekê de pê re dibe alîkar, ev kar tu carî ne li gor welatparêzî û neteweperweriya kurdî ye. Tu têkiliya malbata Barzanî jî bi gelê Kurd re tune ye.”

Di dawiya axaftina xwe de, Misewer bang li rewşenbîrên Kurd kir ku rastiyê bigihînin cîhanê û li hember çavnebarên ku dixwazin Kurdan tune bikin, rabin.

(mh)

ANHA