QSD mertalê parêzvan ê Sûriyê ye

Piştî 7 salan ji damezirandina xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat kir ku ew hêza herî bibandor û birêxistinkirî ya li Sûriyê ne, stûna bingehîn ji bo avakirina artêşa nîştimanî ya Sûriyê ye ku Li gorî şerê gel ê şoreşgerî dikare li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bide.

QSD mertalê parêzvan ê Sûriyê ye
16 cotmeh, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Rêjîmên neteweperest û mêtinger ên Rojhilata Navîn, ji bo mayîna xwe ya li ser desthilatê serî li siyaseta înkarkirin û dûrxistina gelan û kûrkirina pirsgirêkên civakî û çandî dan.

Li pêşberî modelên ku kapîtalîzmê li Rojhilata Navîn bi pêş xistiye, Tirkiye mînakek e. Ji ber bikaranîna wê ya tundrawiya olî û neetweyî weke bingeheke mezhebî di şerên ku dike de, pêwîst bû ku rêgeza xweparastinê were aktîvkirin ji bo li hember van metirsiyên nêzîk ên ku weke volkaneke xerabûyî tê û her kesî dişewitîne û dixeniqîne, were sekinandin.

Serhildana Qamişloyê ya sala 2004’an li dijî rejîma zordar a Şamê, zemîna avakirina hêzeke parastina ji bo parastina civakê amade kiribû û bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, avakirina yekemîn tabûra Yekîneyên Parastina Gel (YXK) di 14`ê Îlona 2012 li bajarê Kobanê hate ragihandin.

19’ê Tîrmeha 2012’an roja destpêk û ragihandina rûyê rast ê şoreşa Sûriyê bû. Di heman rojê de avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştre jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4`ê Nîsana 2013 hate ragihandin.

YPG û YPJ`ê komên çete yên tundrew ên olî yên ku êrişî Rojava kirin û li ser navê dewleta Tirk a dagirker şer kirin, gelek caran têk birin û yekîneyên nû avabûyî li ser şopa li hember wan li ber xwe da û ew bi bin xistin.

Piştî têkçûna planên van koman ji bo dagirkirina herêmê, di dawiya Hezîrana 2014`an de damezirandina "Xîlafeta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ragihand û bi Ebû Bekir Bexdadî re soz da bi niyeta avakirina xîlafeteke cîhanî.

Di demekê de ku artêş li Sûriye û Iraqê li pêşberî çeteyên DAIŞ’ê paşve dikişiyan, YPG û YPJ`ê li ber xwe didan, ji ber ku çeteyan di destana Kobanê de rastî berxwedaneke dijwar hatin ku li cîhanê bû sembol û bi xwînê şervanan destpêka bidawîbûna pirojeya zordest û “terorê” hat nivîsandin, ku Tirkiye desteka wê dike û li ser hemû cîhanê gef e.

Serkeftina yekem li dijî çeteyên DAIŞ’ê di meha Çile de li bajarê Kobanî hat ragihandin, dema ku YPG`ê ala xwe li ser girê Kaniya Kurda bilind kir, vê serketinê hesabên Erdogan tev li hev kir ku wê demê digot; “Kobanê ket û dikeve.”

Bi geşbûna hêza YPG û YPJ`ê re û piştî ku gelek alî tev lê bûn, odeyek ji bo rizgarkirina herêmên din ên Sûriyê ji DAIŞ`ê bi navê Odeya Operasyonên Volkana Firatê hat avakirin.

Piştî serkeftinên leşkerî û berfirehkirina herêmên ji destê DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, pêwîst bû ku hêzeke berevaniyê ya birêxistinkirî di bin fermandariyeke leşkerî û siyasî de bê avakirin ku nûneratiya hemû pêkhateyan dike.

AVAKIRINA QSD`Ê

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku hêzeke leşkerî ya niştimanî ya Sûriyê ye, di 15`ê Îlona 2015`an de, li ser esasê parastina rewa ji bo parastina herêmê û parastina destkeftên şoreşa 19`ê Tîrmehê, hat avakirin QSD`ê mudaxeleyên derve red dike û ji bo avakirina Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, şer dike.

QSD`ê nêzîkî ji sedî 30`ê rûbera Sûriyê ku ji aliyê DAIŞ û Cebhet El Nusra (ku navê xwe guhert û kir Heyet Tehrîr El Şam) ve hatibû dagirkirin rizgar kir û di oxira wê de 11 hezar şehîd dan û 2 qatên wê birîndar çêbûn.

Tiştê ku QSD`ê ji hemû hêzên cîhanê cuda dike ew e ku Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Tirkmen, Çerkez û Ermenan hembêz dike, ji ber ku ji komên leşkerî yên ol, netewe û mezhebên cuda pêk tê.

DI ALOZIYA SÛRIYÊ DE MODELEKE TAYBET

Hevgirtina çend hêzan di yek desteyê de, di şerê Sûriyê de modeleke taybet e ku sazûmaniyek komkar ji bo van cudahiyan ava kir. Ev pêkhateyên cuda ku her tim bûbûn armanca pergalan da ku nakokiyan li ser bingehên taîfî biafrînin. QSD`ê taybetmendiyên ciherengiya zayendî, etnîkî û olî li ber çavan digire, li dijî terorê şer dike û li hember hemû êrişên li dijî gelê Sûriyê li ber xwe dide.  

Ji ber vê yekê QSD`ê bûye hedefa gelek aliyên ku ji modela demokratîk a ku xwe dispêre pirrengîya dîrokî û civakî û mafên gelan ên çarenûsî, ditirsin.

PIŞTGIRIYA GEL

QSD`ê piştgiriyeke mezin ji niştecihên herêmê werdigirin, yên ku rêzê jê digirin. Ev hêz xwedî navûdengeke baş in, nemaze piştî rizgarkirina herêmên wan. Ji ber ku van hêzan ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî yên ku bi dehsalan di nav civakê de ne, xebitîn.

JIN DI NAVA QSD`E DE

Jin di nava QSD`ê de xwedî roleke pêşeng in û xwe di bin sîwana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de birêxistin dikin, ku yek ji pêkhateyên sereke ye di nava QSD’ê de. Tê de, jinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr cih digirin.

Rêgezên ku QSD’ê li ser hatiye avakirin, zîhniyeta tundrawiyê red dike û mafê jinan yê jiyaneke azad, bi rûmet û parastina xwe li dijî zîhniyeta baviksalarî ya ku li dijî azadiya jinan e, teqez dike.

Şervanên YPJ`ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêz û şiyana xwe ya mezin di şerê li dijî komên çeteyan de îsbat kir û li cîhanê bûne mînak.

TÊKOŞÎNA QSD`Ê LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê

QSD`ê şerê xwe yê li dijî hêzên tarî û xerab û ji bo rizgarkirina gelan ji bêedaletî û zilmê temam kir. QSD’ê di Mijdara 2015’an de derbeyeke giran li çeteyên DAIŞ’ê xist, piştî destpêkirina pêngava “Xezeba Xabûr” û ji herêmên başûrê herêma Cizîrê, gundewarên bajarên Hesekê, Qamişlo û Til Temirê heta çiyayê Kizwanê rizgar kirin.

RIZGARKIRINA HOL Û ŞEDADÊ

Duyemîn destkeftiya leşkerî QSD`ê Piştî rizgarkirina Holê di Mijdara 2015`an de, di çarçoveya operasyona "Xezeba El-Xabûr" de rizgarkirina navçeya Şedadê di Sibata 2016`an de bû ku xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber ku navçeya Holê Şengal û Iraqê li rojhilat û Reqa li rojava bi hev ve girê dide. Navçeya Şedadê li rojhilatê sêgoşeya Iraqê, li rojava Reqa û li başûr jî Dêrezorê ye. Ev taybetmendî, wê dike xala destpêka leşkerî ya ber bi gelek aliyan ve ku bû sedem baregehên çeteyan kêm bibin.

RIZGARKIRINA MINBICÊ Û QUTKIRINA DAMARÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê

Di heman salê de 2016`an QSD`ê bajarê Minbicê rizgar kir, ev şer bû qonaxeke mezin di şerê li dijî gefa cîhanî ya DAIŞê de. Bi rizgarkirina Minbicê re damara sereke ku çek bi rêya sînorên dewleta Tirk a dagirker digihand DAIŞ`ê, qut kir. Rizgarkirina Minbicê, ku bi hevkariya pêkhateyên Sûriyê pêk hat, desteka yekser ku çeteyên DAIŞ`ê ji Tirkiyê werdigirt, bi rawestiya.

Sûriyan di bin banê QSD`ê de, di 15’ê Tebaxa 2016’an de, di rizgarkirina şêniyên Minbicê de ji siyasetên xerab ên herêmî û navneteweyî yên ku di asoyan de xuya dibûn de, bi ser ket û têkiliyên çeteyên DAIŞ’ê qut kirin. Keleha wan a sereke Reqa rizgar kir ku îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi pêkanîna planan ku wekîlê wê DAIŞ`ê nekarî pêk bîne, rû bi rûyî dagirkirinê ye.

RIZGARKIRINA TEBQAYÊ Û YEKEMÎN OPERASYONA HEWAYÎ YA QSD`Ê

Şerê QSD`ê li dijî “terorê” li vir nerawestiya, di 21`ê Adara 2017`an de, QSD`ê bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî yekem operasyona hewayî li gundewarê Tebqayê pêk anî. Ev operasyon destpêka dorpêçkirina li ser "paytexta xîlafetê" Reqayê û rizgarkirina Tebqayê bû, ku tê de bendava herî mezin li Sûriyê, bendava Firatê heye.

Bajarê Tebqa gelek girîng e ji ber naverasta Heleb û Reqayê de ye. Herwiha çerxerêya rêyên di navbera bakurê Sûriyê û bajarên din heta paytexta Şamê ye. Bi rizgarkiirna bajêr re, çeteyên DAIŞ`ê derbeke din a giran xwarin û xala derbasbûnê ya di navbera rojava û rojhilatê Firatê de winda kirin. her wiha xeta parastina ya yekem a Reqayê hat şikandin.

RIZGARKIRINA REQAYÊ JI ÇETEYÊN DAIŞ`Ê

Di dawiya sala 2016`an de, di çarçoveya operasyonên Xezeba Firatê de, QSD`ê  şerê herî dijwar û herî mezin li dijî asêgeh û paytexta herî metirsîdar a çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê, Reqa bi rêve bir ku serê sûriyan bi dîwarên wê ve daliqandin.

Reqa baregeha çeteyên DAIŞ’ê bû ji bo amadekirin planan û pêkanîna êrişên tund li ser Rojhilata Navîn û welatên cîhanê, lewma hin rapor derketin û dibêjin ku QSD`ê tevî ezmûn û pratîka wan di şer de, nekarî şerê Reqayê bi encamp bike. Lê di 17`ê Cotmeha 2017`an de bajar rizgar kirin û çeteyên DAIŞ`ê jê derxistin û di 20`ê Cotmeha heman salê de bi fermî rizgarkirina Reqayê ragihand.

DAGIRKERIYA TIRK TÊKOŞÎNA QSD`Ê YA LI DIJÎ DAIŞ`Ê ASTENG DIKE

Hemwextî destpêkirina şerê Reqayê re, QSD`ê ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê û gundewarê başûrê Hesekê, pêngava Bagera Cizîrê dest pê kiribû, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêngava xwe 3 caran rawestand. Piştî wê careke din pêngava xwe domand û DAIŞ li bajarokê Baxoz ê rojhilatê Dêrazorê di pêngava Tunekirina Terorê de di 23`yê Adara 2019`an tune kir.

DIJMINATIYA DAGIRKERIYA TIRK A LI DIJÎ QSD`Ê Û PIŞTGIRIYA JI DAIŞ`Ê RE

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka damezirandina QSD`ê ve, dijminatiya xwe ya li hemberî wê veneşartiye, her wiha piştgirî û alîkariya ku Tirkiyê ji DAIŞ’ê re pêşkêş kirî li ser cîhanê neveşartî bû.

Di demekê de ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî êrişên QSD`ê paşve diçûn, dewleta Tirk a dagirker ji bo tolhildana wan hat û bi armanca dagirkirina Efrînê êrişî QSD`ê kir. Ji ber van êrişan, QSD`ê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ`ê rawestandin ku sûd ji êrişan girt û careke din xwe birêxistin kir.

PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA DAIŞ`Ê DI WARÊ ERDNÎGARÎ DE

Piştî ku QSD`ê serkeftina xwe ragihand, dewleta Tirk a dagirker şaneyên DAIŞ'ê xiste tevgerê û vê carê şaneyên DAIŞ'ê ji herêmên dagirkirî yên Tirkiyê dest pê kir, da ku bi rêya teqîn û kuştinan ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

KUŞTINA EBÛ BEKIR EL BEXDADÎ

Bi hevkariya îstixbaratî bi QSD`ê re, hêzên Amerîkayê li bakurê rojavayê Sûriyê, 5 km dûrî sînorê Tirkiyê, di 26’ê Cotmeha 2019’an de êrişek pêk anîn û di encamê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de kuşt ku nîşaneya hevkariya dewleta Tirk bi DAIŞ`ê re diyar kir. Dewleta Tirk ji ber vê êrişê hêrs bû.

HEWLDANÊN DAGIRKERIYA TIRK JI BO FÎTNEYÊ DERXE

Mesele li ser piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê nesekinî, dewleta Tirk a dagirker bi plan û projeyên xerab hewl da nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de derxe; Ji bo tevna civakî ya li herêmê têk bibe, lê hişyariya gelê herêmê rê li ber vê yekê girt.

ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHA SÎNAA YA HESEKÊ

Bi binkeftina domdar a dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya ajanên xwe gelek caran derbasî nava QSD`ê û têkoşîna wê ya li dijî çeteyan asteng bike, şaneyên DAIŞ’ê di 20’ê Çileya borî de ji herêmên dagirkirî derketin û êrişî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kirin ku çeteyên herî metirsîdar dihewand. Şaneyan armanc kir ku girtîgehê kontrol bikin, çeteyan birevînin. Li aliyekî din jî bi armanca derxistina tevliheviyê li herêmê, hewldan hebûn ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê bên derxistin. Lê piştî ku QSD`ê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de girtîgeh kontrol kir ew hewldan têk çûn.

KUŞTINA EBÛ ÎBRAHÎM EL QERŞÎ DUYEMÎN SERÇETEYÊ DAIŞ`Ê

Piştî ku QSD`ê hemû plan bi bin xistin, hêzên Amerîkayê bi QSD`ê re operasyoneke hevbeş di 3`yê Sibata 2022`yan de li dar xist. Tê de serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El Qerşî li Idlibê li nêzî baregehên dewleta Tirk kuşt. Ev bû delîlek din ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide çeteyên DAIŞ`ê û herêmên dagirkirî ji wan re bûne stargeh.

AVAKIRINA TORÊN AJAN Û SÎXURAN

Dewleta Tirk ne tenê hewl da çeteyên DAIŞ`ê li herêmê vejîne, lê siyaseta parçekirina QSD`ê bi rêya avakirina torên ajan û sîxuran meşand. Da ku cih û agahiyên der barê rêveberên herêmê bi dest bixe û bi rêya balafirên bêmirov êrişan li dijî wan pêk bîne.

PÊNGAVA SONDÊ

Piştî wê, QSD`ê ji bo girtina ajan û sîxurên ji dewleta Tirk re kar dikin, Pêngava Sondê ragihand û di encamê de 36 sîxur û ajan girtin ku bi fermana îstîbarata dewleta Tirk a dagirker kar dikin.

HOL; ZAYÎNA NÛ YA DAIŞ`Ê

Xetereya DAIŞ`ê bi vê hêsaniyê bi dawî nabe, madem dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirine,. QSD`ê, DAIŞ ji aliyê erdnîgarî ve tune kir, lê firkên çeteyan li kampa Hol şax dane ku bûye zemîna vejîna DAIŞ`ê. Dîtina depoya çekan a herî mezin a çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê li gundê Qeyrawan a başûrê Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di 28`ê Îlonê de, li ser mayîna xetereya wan delîl e.

QSD LI HEMBER DAGIRKERÎ Û TERORÊ LI BER XWE DIDE

Li gel ku çavên hemû aliyan li QSD`ê ye ku xeterya şaneyên DAIŞ`ê bi dawî bike, dewleta Tirk a dagirker gefa dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe da ku şervanan ji têkoşîna wan a li dijî DAIŞ`ê mijul bike.

Hemwextî bûyerên li herêmê rû didin, dewleta Tirk a dagirker xwe nêzîkî hikumeta Şamê dike ku parastina sînoran û serdestiyê îdia dike. Lê tu guleyek ji bo parastina axa Sûriyê ji dagirkeriya Tirk neavêtiye. Li beramber wê, QSD`ê li hember DAIŞ û dagirkeriya Tirk li ber xwe dide û bûye mertalê parêzer ê Sûriyê û Sûriyan. Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirin ku ji bow ê dozeke stratejîk e, xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dike.

(şx)

ANHA