​​​​​​​Beyan El Elî: Li dijî êrişan em ê mafê parastina rewa pêk bînin

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî got ew amade ne bersiva êrişên li ser herêmê bidin û bang li gelê herêmê, di serî de jinan kir ku li dijî hêzên mêtinger xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.

​​​​​​​Beyan El Elî: Li dijî êrişan em ê mafê parastina rewa pêk bînin
16 cotmeh, 2022   01:50
REQA – ALA EL ELÎ

Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi şoreşa jinan tê nasîn, di qadên siyasî, leşkerî, aborî û civakê de gelek serkeftî hatin pêkanîn.

Di serî de dewleta Tirk a dagirker, hêzên kapîtalîst vê şoreşê red dikin. Ji ber vê yekê rêbazên cuda  dimeşînin da ku jinan bikin hedef û di encamê de civakê kontrol bikin û planên xwe yên dagirkirinê pêk bînin.

Ji meha Tîrmeha borî ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  zêde kirine. Di van êrişan de balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne û jinên pêşengên şoreşê dike hedef. Di 22ʹyê Tîrmeha borî bi balafireke bêmirov a biçek fermandarên YPJ û QSD û YATʹê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan dema ku ji komxebata şoreşa jinan a li bajarê Qamişloyê vedigeriyan, kirin hedef. Herî dawî di 27ʹê Îlona borî de bi heman rêbazî hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed qetil kir.

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan ne tiştekî nû ye û got, dewleta Tirk ji jinan ditirse ji ber ku jin bingeha avakirina civakeke demokratîk e.

Beyan El Elî destnîşan kir ku rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan mîna rêbazên çeteyên DAIŞʹê ne û got: "DAIŞ jinan dike hedef û wan dike kole da ku îradeya wan bişîne. DewletaTirk jî jinan dike hedef da ku îradeya wan û îradeya gelên ku tarîtiya DAIŞ a terorîst rizgar bûne, dike hedef."

Beyan El Elî îşaret pê kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke pêşeng di şerê li dijî DAIŞʹê û parastina mirovahiyê ji xetereya wê de list û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan wekî bertek li hemberî qehremaniyên ku jinan li dijî DAIŞʹê bi dest xistine ye.

Beyan El Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan şermezar kir û zihniyeta dewleta Tirk bi zihniyeta faşîst wesif kir. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rexne kir.

Beyan El Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî û ev tişt anî ziman: "Xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina herêmê û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin girîng in. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêm di mercên zehmet û dijwar re derbas bûn heta ku ji çeteyên DAIŞʹê hatin rizgarkirin."

Beyan El Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmê dike û got: "Wekî QSDʹê em bi israr li hemberî dagirkeriya Tirk disekinin, bi qiweta hêza xwe û desteka şêniyên me em li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin. Xweparastin mafekî rewa ye ku hikumeta Sûriyê em jê bêpar hiştibû. Em şer naxwazn, lê heger êriş li ser xaka me û şêniyên me werin kirin, em ê bersivê bidin."

Beyan El Elî bal kişand ser rola jinan di hemû qadên jiyanê de û diyar kir ku rola jinan di xwedîkirina zarokan de sînordar namîne, lê jin dikarin vê rola mezin pêk bînin, çek rakirin û li hemberî dijmin şer bikin. Her wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak."

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî bang li jinan kir ku xwe zêdetir bi rêxistin û perwerde bikin da ku siyasetên dagirkerî, rêxistina DAIŞ û partiya Baas û hemû kesên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef fêm bikin û got: "Parastina jinan û gelê me erka me ye."

ANHA