​​​​​​​Ji 22`yê Tebaxê de dewleta dagirker av ji ser milyonek û nîv mirovî biriye

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî ji berdewamkirina birîna ava vexwarinê ji ser kantona Hesekê ji 22`yê Tebaxa borî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hêzên navneteweyî berpirs nîqaş da. Av ji ser milyonek û nîv mirovî hatiye birîn.

​​​​​​​Ji 22`yê Tebaxê de dewleta dagirker av ji ser milyonek û nîv mirovî biriye
16 cotmeh, 2022   03:25
HESEKÊ-HINAR ÎBARAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîna jî stasyona Elokê wekî çekekê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û pê şerê nêzî milyonek û nîv mirovên li Hesekê û gundewarên wê dike. Li aliyê din jî rêjeya ava çemê Firatê kêm kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku di dawiya 2019`an de her;ma Serêkaniyê û stasyona Elokê dagir kiriye, zêdetirî 28 caran ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê biriye.

Ruxmî ku şênî nikarin xwe bigihînin çavkaniyên ava vexwarinê ku li gorî pîvanên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan sûcekî şer tê hesibandin jî, lê belê hêzên navneteweyî li hemberî vî sûcê dewleta Tirk bê deng in.

Bêparhiştina şêniyan ji avê, li gorî qanûnên mafê mirovan ên navneteweyî û lihevkirinên Cinêvê yên girêdayî rewşa sivîlan di şeran de, sûcekî şer û sûcekî dermirovî ye.

/kr/uploads/files/2022/10/15/165101_-.webp

Têkildarî mijarê, hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî destnîşan kir ku ava stasyona Elokê ji 22`yê Tebaxa borî de negihaştiye bajarê Hesekê û vê yekê azarên mezin bi welatiyan daye kişandin. Newar got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Serêkaniyê de bi zanabûn avê qut dikin.”

Newar wiha domand: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zanabûn xetên kişandina avê yên diçin bajarê Hesekê û xeta kehrebeyê ku kehrebeyê dide stasyonê hedef digirin, ji lew re av ji ser herêmê qut dibe.”

Tevî ku Rûsya û Tirkiyê têkildarî stasynoa Elokê di dawiya 2019`an de lihevkirin pêk anîbû jî ku ev stasyon wekî çekekê li dijî sûriyeyiyan neyê bikaranîn jî, lê belê av ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê birîn.

Newar Sebrî ne cidiyeta Rûsyayê rexne kir û wiha got: “Li ser ersê, Rûsya li hember destdirêjî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser stsasyona Elokê bê cidiyet nêzîk dibe û li ser nasekine.”

Birîna avê aloziyeke mirovî afirand, ji ber ku zêdetirî milyonek û nîv kes li bajarê Hesekê  û gundewarê wê û nişteciyên kampên li derdora bajêr ji avê bêpar tên hiştin. Xelk neçar dibe ku ava vexwarinê bi buhayên di navbera 7 û 8 hezar lîereyê Sûriyê ji bo her hezar lîteryek avê, bikire.

Li gorî Newar Sebrî, ji bo sivikkirina azarên welatiyan û weke çareseriyeke awarte, Gerînendetiya Avê ya bajarê Hesekê hewl dide ku ava vexwarinê bi rêya komîn û meclîsên taxan, bi riya sehrîcên avê ya girêdayê Şaredariya Gel a bajêr belav bike, ku hejmara wan vê dawiyê gihîştiye 70 sehrîcî.

Newar Sebrî bal kişand ser xebatên ji bo dezenfektekirina avê beriya ku bigihêje gel û ev tişt gotin: “Ji bo dezenefektekirina ava ku derbasî nava bajêr dibe û bi sehrîcan digihêje welatiyan, 8 kon li deriyê têketin û derketina bajêr hatine vedan. Sehrîc bi madeyên sterîl tê paqijkirin”.

Ji bo kêmkirina azarên milyonek û nîv mirovên ku ji ber kêmbûna ava vexwarinê zehemtiyan dikişînin, hevseroka Gernînedetiya Avê ya kantona Hesekê Newer Sebrî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk destwerdanê bikin, bikaranîna stasyona Elokê weke çekekê li dijî sûriyeyiyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rawestînin û lezkirina bidin piştevaniya gerînendetiyê, da ku ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê peyda bikin.

ANHA