ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2022
15 cotmeh, 2022   23:00

Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro şehîd Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) dibin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Jinan ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya duyemîn li Reqayê bi dirûşma Bi vîna jinên azad ên bi rêxistinkirî em Sûriya pêşerojê ava dikin li hola Tac li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger Turnovaya Futbolê li stada El Cizîra El Xedra ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serêkaniyê ya li taxa Telaê ya Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan têkildarî şehîdên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo sînefizyonek li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Piştî 7 salan ji damezirandina xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat kir ku ew hêza herî bibandor û birêxistinkirî ya li Sûriyê ne, stûna bingehîn ji bo avakirina artêşa nîştimanî ya Sûriyê ye ku Li gorî şerê gel ê şoreşgerî dikare li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên sûrî yên ji pêkhateya ermen diyar kir ku nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê armanc jê ew e ku aloziya Sûriyê dirêj bikin û anîn ziman ku ew vê yekê bi tundî red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku dewleta Tirk bi îdiayên ku li dijî QSD`ê dike, armanc dike binkeftina xwe veşêre. Her wiha şêniyan bang li gelê herêmê kir ku bi lîstokan neyên xapandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker têkildarî dosyaya Sûriyê guhertinên dîplomatîk û leşkerî pêk tîne. Çavdêr dibêjin armanca van guhertinên ji bo hewldanên lihevhatina bi hikumeta Şamê re, têkbirina doza kurdî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê diyar kir ku îsal dê bibe sala pêkanîna serkeftinan û got serkeftin girêdayî yekitiya gelan û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî ji berdewamkirina birîna ava vexwarinê ji ser kantona Hesekê ji 22`yê Tebaxa borî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hêzên navneteweyî berpirs nîqaş da. Av ji ser milyonek û nîv mirovî hatiye birîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî got ew amade ne bersiva êrişên li ser herêmê bidin û bang li gelê herêmê, di serî de jinan kir ku li dijî hêzên mêtinger xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Tîma fîlmê “Kurmê Darê” hewl dide balê bikişîne ser ajantiyê û xiyanetê, sedemên vê yekê dikole. Lîstikvanê fîlmê, Cuma Mihemed got: “Hişyarkirina civakê bi hevkarên dagirkeriya Tirk armanca fîlmê ye. Dijminê kal û bavan nabe dostê ewladan.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Şopdarên rewşa Sûriyê gotin ku serokê dewleta Tirk a dagirker destûr daye çeteyên "Tehrîr El Şam" da ku bi lez bajarê Efrînê kontrol bike û bi vê yekê rûpeleke nû bi hikumeta Şamê re veke. Her wiha muzakereya girêdayî enerjiyê ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Debîbe de bû mijar nîqaşan, heman demê hişyarî hene ku ev yek Lîbyayê ber bi şerkî navxweyî ve bibe û dagirkeriya Tirk a li Lîbyayê bisepîne.

ANHA