​​​​​​​Li Îranê di girtîgehê de şewat derket

Agir bi girtîgeha Îvîn a li paytexta Îran Tehranê ketiye ku tê de girtiyên siyasî tên ragirtin. Li aliyekî din dengê guleyan û zengilên hişyariyê hat bihîstin.

​​​​​​​Li Îranê di girtîgehê de şewat derket
15 cotmeh, 2022   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters`ê ji dîmenên li ser malpera tevna civakî vê êvarê hatine belavkirin, diyar dibe ku doman ji girtîgeha Îvîn a paytexta Îran Tehranê bilind dibe ku tê de girtiyên siyasî tên ragirtin. Li aliyekî din dengê guleyan û zengilên hişyariyê tê bihîstin.

Çalakvanên îranî gotin, agir li girtîgehê belav dibe, girtî deriyan dişikînin da ku ji hucreyên xwe yên tijî doman bûne derkevin. Hêzên ewlehiyê jî gaza rondikrêj bi kar anîn. Her wiha malbatên girtiyan li derveyê girtîgehê kom bûn û dengê “Bimire dîktator” hat bihîstin.

Li gorî Îran International hemwextî wê, vê êvarê li taxa Nazî Abad a paytextê xwepêşandan li dar ket.