Dewleta Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikumeta Şamê bombe kir

Balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk baregeheke hêzên hikumeta Şamê li gundê Minix ê girêdayî kantona Şehbayê bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker baregeheke hêzên hikumeta Şamê bombe kir
16 cotmeh, 2022   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, balafireke bêmirov û biçek a girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh (15`ê Cotmehê) saet di derdora 23:00`ê êvarê de baregehek hêzên hikumeta Şamê li gundê Minix ê kantona Şehbayê bombe kir.

Ji ber êrişê zirarên madî çêbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker bi balafiran baregehên hêzên hikumeta Şamê hedef digire. Herî dawî di du mehên derbasbûyî de baregeheke hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Kobanê hedef girtibû, di encamê de ji hêzên hikumeta Şamê kuştî û birîndar çêbûbûn.

(cx)

ANHA