​​​​​​​Armanca Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê çi ye?

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ji bo pêşxistina xwendinê di nav civakê de û parastina zimanê Kurdî ji bişaftinê hat lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Ebdulmecîd Xelef destnîşan kir ku ew hewl didin hemû cûreyên wêjeyê pêş bixin, ku her salekê balê dikişînin ser cûreyeke diyar.

​​​​​​​Armanca Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê çi ye?
14 cotmeh, 2022   04:38
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÎ

Piştî parçekirina Kurdistanê di encama peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan de li ser çar dewletan; Iraq, Sûriyê, Tirkiyê û Îranê, hemleyên qirkirin, bişaftin û qedexekirina bikaranîna zimanê dayîkê, siyasetên tirkkirinê, erebkirinê û farskirinê li dijî Kurdan hatin meşandin.

Lê belê bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdan û hemû pêkhateyên herêmê dest bi fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî kirin, çi bi rêya dibistan û saziyan çi jî bi rêya mîhrîcanên wêjeyî.

Yek ji berhemên wêjeyî yên vê şoreşê, mîhrîcana Osman Sebrî ye ku salane di 11’ê Cotmehê de ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, ji bo bîranîna rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî, tê lidarxistin.

Niskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî di sala 1905’an de li gundê Narincê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di 11’ê Cotmeha 1993’yan de koça xwe ya dawî kir, ku ji bo doza Kurd nexasim li Sûriyê gelek ked û xebatên wî hebûn.

PÊŞXISTINA XWENDINÊ

Di mîhrîcanê de gelek çalakiyên çandî û hunerî bi armanca pêşxistina xwendinê û parastina çanda Kurdî ji bişaftinê, wek lidarxistina semîner û panelan, xwendina helbest û çîrokan û pêşbirkên roman û çîrokên nivîskarên beşdar, hene.

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Der barê mihrîcanê, endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef da zanîn ku mîhrîcan 3 rojan didome, di roja 1’emîn de serdana gora apê Osman Sebrî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê tê kirin, piştre çalakiyên mîhrîcanê dest pê dikin, ku di mîhrîcanê de nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê beşdar dibin.

Plansaziya mîhrîcanê di dewreya xwe ya 6’emîn de wiha ye; sînevîzyonek li ser jiyana wêjevan Osman Sebrî, çîrokên kurdî û erebî yên serkeftî yên dewreya 5’emîn werin xwendin, semînerek bi navê “Rola Osman Sebrî di wêjeya Kurdî de” ya nivîskar Dilawer Zenkî û sînevîzyonek li ser serpêhatiya endamên Komîteya Jûrî, koma Pargîn dê stranan bêje, di dawiyê de wê kesên di beşa romanê de bi ser ketine werin xelatkirin.

MERCÊN TEVLÊBÛNA MÎHRÎCANÊ

Girêdayî vê yekê, Xelef wiha axivî: “Her kes dikare mijarekê ji bo romanê bi Kurdî yan jî bi Erebî yan jî Suryanî binivîse. Lê îsal berhemên bi zimanê Suryanî nîn bûn. Nêzî 12 nivîskar ji seranserî Kurdistanê û derveyî wê beşdarî mîhrîcanê bûn.”

HILBIJARTINA CÛREYEKE WÊJEYÊ DI HER DEWREYEKÊ DE

Ebdulmecîd Xdlef destnîşan kir ku di sala borî de, mihrîcanê bal kişand ser “çîroka şoreşê” bi armanca belgekirina bûyer û çîrokên Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê îsal nivîskar di hilbijartia naveroka romana xwe de azad e.

ROLA MÎHRÎCANÊ DI PÊŞXISTINA WÊJEYA KURDÎ DE

Ebdulmecîd Xelef bal kişand ser rola mîhrîcanê di pêşxistina wêjeyê di Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî de û got: “Hemû çalakî û mîhrîcanên li herêmê xwedî rokeke mezin in di pêşxistina wêjeyê de nexasim wêjeya Kurdî ku di dîrokê de li dijî wê siyasetên qirkirin û bişaftinê hatin meşandin. Dûrî rewşa herêmê ya di dema niha de, ev mîhrîcan gaveke baş e ji bo pêşxistina wêjeyê.”

(mh)

ANHA