Mîhrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir a Ciwanan li Kobanê bi dawî bûn

Mîhrîcana 3’emîn a Şehîd Bawer Agir li Kobanê bi pêşandina stran û şanoyan bi dawî bû.

Mîhrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir a Ciwanan li Kobanê bi dawî bûn
13 cotmeh, 2022   19:50
KOBANÊ

Mîrhîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir duh çarşemê bi dirûşma “Bi rihê fedaytiya gerîla çanda şoreşgerî pêş bixin û azadiya rêber Apo misoger bikin” li bajarê Kobanê dest pê kirin.

Di mîhrîcanê de gelek komên ji Reqa, Minbic û Kobanê beşdar bûn.

Di roja duyemîn de, mîhrîcan bi pêşbaziyên werzîşê wek bez û duçerxeyê dest pê kir, piştre hunermend Şêx Nebî Baqî Xido hin stran gotin, piştre şanoyek ji aliyê komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê ve hat pêşandan.

Mîhrîcan bi girtina govendê bi dawî bû.

(mh)

ANHA