​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2022`YAN
13 cotmeh, 2022   23:00

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di roja dawîn a hemleya “Vegera ewle mafê me yê rewa ye” panelek ji parêzer, dadger û hiqûqnasan re li kampa Serêkaniyê li dar dixe saet di 16:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê li kampa Newroz a bakur rojhilatê Dêrikê têkildarî hedefgirtina erebeyekê li nêzî kampê ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Amadekar a Mîhrîcana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” bi xelatkirina komên beşdar, mîhrîcanê bi dawî dike saet di 15:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur got: "Em ê hewldanên dîplomatîk û hiqûqî zêde bikin da ku xwe bigihînin hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û zexteke navneteweyî li dewleta Tirk bikin û tecrîda girankirî bişikînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji navçeya Amûdê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha serhildana bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir û got “Dem dema azadî û serkeftina şoreşa Kurdistanê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Têkoşer Zeyneb Mihemed li dijî rejîmên sîtemkar û baviksalar û li dijî her cure êrişên dagirkerî û qirkirinê, prensîba "Karê zehmet, westandin û metirsî tune ye, karek heye û divê baş bê kirin" esas girt û di oxira parastina mirovahiyê ji metirsiya DAIŞ`ê de, şehîd bû.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî gotegotên li ser gavên pêşîn ên ji aliyê Şam û Enqereyê ve da ku dest bi danûstandinan bikin, careke din şer li herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine di navbera çeteyan de rû dide, bi taybet li Efrînê. Li gel wê jî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam karwanên xwe ji Idlibê ber bi Efrînê ve dişîne, gelo armanc ji vî şerî çi ye? (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

Di encama hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk de ku piştî kongreya xwe ya 3`yemîn dest pê kirine, komîteyek ji bo lidarxistina Kongreya Kesayet û Hêzên Demokratîk hate avakirin. Riyad Derar eşkere kir ku encamên ji kongreyê tên xwestin, avakirina formeke berfireh ji bo demokratan ku cihê xwe di hemû civînên bê de digire, danîna çareseriyên erênî ji bo pirsgirêka girêk a Sûriyê dûrî mudaxeleyên derve ne.

JIN

Ji derdora mehekê ve, cîhan behsa Jîna Emînî dike; keça kurd a ji gundê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê yê 22 salî ku bi destê desthilata Îranê bi hiceta binpêkirina rêgezên danîna şerpê, hat kuştin. Pê re çirûska serhildanên mezin pê ket. Serhildan li dehan bajarên kurd û Îranê belav bû. Pêkhateyên cuda yên gelê Îranê mîna Azer, Kurd, Ereb, Belûç tev lê bûn û bi hev re li dijî siyasetên pergalê “Jin jiyan azadî” berz kirin.(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ji bo pêşxistina xwendinê di nav civakê de û parastina zimanê Kurdî ji bişaftinê hat lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Ebdulmecîd Xelef destnîşan kir ku ew hewl didin hemû cûreyên wêjeyê pêş bixin, ku her salekê balê dikişînin ser cûreyeke diyar.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA