Kampanya îmzeyan a ji bo qedexekirina qada hewayî ya Rojava didome 

Ev sê roj in ji bo qedexekirina qada hewayî ya Bakur Rojhilatê Suriyê li pêş balafirên şer ên dewleta Tirk kampanyek îmzeyan li Silêmaniyê hatiye destpêkirin û didome. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan Şêrko Mihemed Emîn jî daxwaz ji welatiyan kir piştgiriya kampanyê bikin.

Kampanya îmzeyan a ji bo qedexekirina qada hewayî ya Rojava didome 
13 cotmeh, 2022   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev sê roj in li ber Parka Nalî ya li Silêmaniyê kampanya îmzeyan a ji bo qedexekirina qada hewayî ya Bakur Rojhilatê Suriyê li pêş balafirên şer ên dewleta Tirk hatiye destpêkirin û didome. Tê payîn çar rojên din jî li heman cih kampanya berdewam bike.

Di roja sêyem a kampanyê de ji bilî welatiyan endamên KNK’ê jî serdana standa îmzeyan kirin û piştgiriya xwe ya ji kampanyê re nîşan dan.

Di dema serdanê de endamê KNK’ê Şêrko Mihemed Emîn ji Rojnews re axivî û got: “Daxwaz ji gelê Başûrê Kurdistanê dikim piştgiriya vê kampanyê bikin. Bi avêtina îmzeyek erka xwe ya nîştimanî bicih bînin. Erkê me hemûyane em piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin û biparêzin.”

Kampanya îmzeyan ji aliyê Eniya Piştevaniya li Rojavayê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin.