Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê îro bi dawî bû

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mîhrîcana 6'mîn a Osman Sebrî orgenîz kir. Îro bi dayîna xelatan dawî bû.

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê îro bi dawî bû
13 cotmeh, 2022   16:16
QAMIŞLO

Mîhrîcan Osman Sebrî bi nîşandana sîneviyona der barê jînenîgariya endamên komîteya nirxandinê de, koma mûzîkê ya Pargîn bi stranên xwe reng dan roja dawî ya mîhrîcanê.

Di dawiyê de kesên di 6`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de di beşa erebî de, asta yekem Ebdul Ceber Hebîb, asta duyemîn Ciwan Silo û asta sêyem Fena Hecî, di beşa kurdî de Kamûran Simo bi ser ketine, hatin xelatkirin.

ANHA