Meclisa leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk gundê Ereb Hesen topbaran dike

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundê Ereb Hesen ê bakurê bajêr topbaran kiriye.

Meclisa leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk gundê Ereb Hesen topbaran dike
13 cotmeh, 2022   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de got:

“Saet di 16:30`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li nêzî gund Ereb Hesen ê bakurê Minbicê, gund topbaran kiriye.

3 top li malên welatiyan ket ku di encamê de tirs û xof nav wan belav bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî gundên tijî şênî li gel bêdengiya civata navneteweyî didomîne.”

ANHA