Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê

Di tora duwem a hilbijartina serokkomarê Iraqê de Letîf Reşîd bi serket û bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
13 cotmeh, 2022   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di tora duwem a hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê de Letîf Reşîd bi 162 dengan wek serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin. Her wiha Berhem Salih jî 99 deng wergirt.

Ebdûlletîf Reşîd kî ye?

Di sala 1944’an de li Silêmaniyê hatiye dinê. Di navbera salên 2010-2022’an de şêwirmendê serokkomarê Iraqê bû. Her wiha wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê bû.

Serokkomarê nû dê serokwezîr Mihemed Şiya El Sûdanî ku namzetê bloka herî mezin e, erkdar bike ku hikumeta bê di 30 rojan de ava bike.