Li dijî herêma Kesk a Bexdayê êrişa bi mûşekan

Hemwextî civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomar, bi mûşekan êrişî Herema Kesk a Bexda hat kirin.

Li dijî herêma Kesk a Bexdayê êrişa bi mûşekan
13 cotmeh, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, ji berî çend kêliyan 5 mûşekan li herêma Kesk a Bexda ketin.

Tê gotin ku mûşek li nêzî balyozxaneya Amerîka ketine xwarê û ji ber êrişê balyozxaneyê zenga hişyariyê lê daye.

Biryar bû ku civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomar di saet 11.00’an de pêk were, lê civîn ji bo seat 13.00’an hate paşxistin.

Parlamenterê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Iraqê Sirwe Mihemed diyar kir ku niha li hola parlamentoyê komên partiyan ji bo lihevkirina li ser dengdana ji bo serokkomar dicivin.